Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe

img

AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku serdana Kiliçdaroglû amadekariya hilbijartinê ye û got: “Heke helalbûn û hevrûbûnek bibe jî ev li Îmraliyê bi birêz Ocalan dikare bê kirin.” 

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû di 4’ê tebaxê de serdana malbatên qurbaniyên Roboskî kir. Kiliçdaroglû ji malbatan re got serdana wî di bin navê “helalbûnê” de pêk aniye. Kiliçdaroglû di meha sibatê de jî têkildarî Qetlîama Roboskî axivîbû û gotibû “helalbûn” lê belê Kiliçdaroglû li Roboskiyê ji bo darizandina kujeran tu gotinê nekir. 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bercan Ozturk serdana Kiliçdaroglû ya bo Roboskî nirxand. Ozturk diyar kir ku muxalefeta ku têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd projeya wê nîne, ji bo dengên kurdan bigire ketiye tevgerê. 
 
‘EV SERDANÊN HILBIJARTINÊ NE’
 
Ozturk anî ziman ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re CHP û partiyên din ên muxalefetê bênavber serdana bajarên bakurê Kurdistanê dikin û sedama vê yekê wiha rave kir: “AKP li bakurê Kurdistanê dengê hilbijêrên kurd winda kir. Ev serdan jî hesaba, ‘em ê wan dengan çawa bi dest bixin’ tên kirin.” 
 
'FERASETA EM BIBIN ÎKTIDAR HEYE’ 
 
Ozturk da zanîn ku di encama berxwedana kurdan de li bajarên bakurê Kurdistanê dengên AKP’ê kêm bûne û muxalefet jî rastiya kurdan nabîne. Ozturk anî ziman ku dema mijar dibe rastiya gelê kurd û pirsgirêka kurd muxalefet jî li cem îktidarê cih digire û got: “Her roj rojava û başûrê Kurdistanê tê bombebarankirin û dagir kirin. Her roj li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê siyaset, çand û zimanê kurdî tê qedexekirin û bi êrişan re rûbirû dimîne. Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyên cezayên xwe qedandine nayên berdan. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku îradeya bi milyonan kesî temsîl dike, li serê tecrîdek girankirî heye. Divê mirov van hemûyan bibîne. Dema mirov van mijaran gişt dinirxîne, li hemberî van rastiyan feraesetek ‘bila îktidar biçe, em bên em ê van pirsgirêkan çareser bikin’ heye. Ev feraset 100 sal in didome. Dema em li raboriyê dinêrin em aqûbeta wan jî dizanin.” 
 
'GELÊ KURD JI VÊ SAETÊ ŞÛN VE NAXAPE’ 
 
Ozturk destnîşan kir ku kîjan partî dibe bila bibe heke di xeletiyên sed salî de berdewam bike, dê aqûbeta AKP’ê were serê wan û got: “Heta ku hûn rastiya Kurdistanê, Zîlan, Dêrsimê, Roboskî, nebinîn, heta ku hûn bombebarana li ser başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê nebinîn li dij dernekevin, heta ku hûn rastiya bi hezaran bûyerên kiryar nediyar û talankirina gundan nebinin, hûn nikarin li Kurdistanê behsa helalbûnê bikin. Heke we kengê rastiya gelê kurd û Kurdistanê qebûl kir û we lêborîn ji gelê kurd xwest, we kengê ji ber qetlîaman lêborînê ji gelê kurd xwest wê çaxê hevrûbûn û helalî dikare bikeve rojevê. Dixwazin xwe di bin navê van gotinan de rizgar bikin. Nema gelê kurd ji van gotinên erzan bawer bike. Ji vê saetê şûn ve dê qet bawer neke.” 
 
PÊŞNIYAZA OCALAN A ‘KOMÎSYONA HEQÎQETÊ’ 
 
Ozturk pêşniyaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Roboskiyê avakiriya Komîsyona Heqîqetê bi bîr xist û ji bo vê yekê jî Meclisê nîşan da. Ozturk anî ziman ku heta ku bi heqîqetan re hevrûbûn pêk neyê dê pirsgirêkên helalbûnê her berdewam bikin û got: “Viya jî nabe çareserî, nebûye jî. Dema em dibêjin hevrûbûn, em ne bi hestên tohildanê dibêjin. Jixwe dewletek heye û ji aliyê mekanîzmayên dewletê ve qetlîama Roboskî pêk hat. Gelek qetlîamên din pêk hatin. Her kes dizane qetlîamê kî kiriye. Zar û zêç her kesî qetil dikin. Çima qetil dikin? Ji ber ku kurd in. Ji ber vê yekê divê bi kurdan re hevrû bibin. Divê kesên ku dewlet û pergalê temsîl dikin divê hevrû bibin ku rûpelek nû bê vekirin.” 
 
‘BERXWEDANA GELÊ KURD AKP’Ê HILDIWEŞÎNE’ 
 
Ozturk destnîşan kir ku kes baweriyê bi Kiliçdaroglû nayine û wiha axivî: “Di serî de ji ber berxwedan û têkoşîna gelê kurd û dostên wan, AKP her ku diçe winda dike. Tevî ku benda hilbijartinê ji sedî 10 daxistin ji sedî 7 jî dîsa jî MHP nikare bendê derbas bike. Gelê kurd 7 sal in bênavber tevî hemû qetlîman, polîtîkayên dijminane, zilm, neheqî û zextan jî li ber xwe dide. Di encama berxwedana gelê kurd de ev îktidar hildiweşe. Bila kes nebêje me kiriye.” 
 
'HELALBÛN BI OCALAN RE DIKARE BÊ KIRIN’ 
 
Ozturk destnîşan kir ku divê daxwazên ku gelê kurd werin qebûlkirin û wiha got: “Ne mimkin e gelê kurd dest ji van mafên xwe berde. Heke ev rastî û heqîqet neyê piştguhkirin, dê pirsgirêka kurd jî û meseleyên din jî werin çareserkirin. Ev mesele ne bêçareserî ne. Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de pratik hene. Ev jî dide nîşandan ku çareserî mimkin e. Me bi sedan car rêya çareseriyê da nîşandan û em didin nîşandan jî. Çareserî: birêz Abdullah Ocalan e. Divê ji vê saetê şûn ve birêz Ocalan azad bibe. Heke aştiyek bi rûmet were, heke helalbûnek û hevrûbûnek çêbibe jî ev li Îmraliyê dikare bi birêz Abdullah Ocalan dikare bê kirin. Van gavên rojane ji bo hilbijartinê duh jî winda kir û sibê jî mehkûmî windakirinê ye.” 
 
MA / Mujdat Can