Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye

img
MANÎSA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku li navçeya Salîhliyê ji gel re axivî, wiha got: “HDP wê edalet, demokrasi û mafên mirovan bîne vî welatî. Li vî welatî navê çareseriyê HDP ye. Ji ber ku HDP hêviya vî welatî ye. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, piştî civîna gel a li Manîsayê derbasî navçeya Salîhliyê bû. Bûldan li vir jî li Taxa Tîntîn a navçeya Salîhliyê xîtabî gel kir. Parlamenter Filîz Kerestecîoglû û Alî Kenanoglû û endamên Meclisa Partiyê jî bi Bûldan re bûn. Ciwanan bi meşaleyan Bûldan pêşwazî kirin û dayikên aştiyê jî kûlîlk pêşkeşî Bûldan kirin. 
 
‘EM HÊVIYA WELAT IN’
 
Bûldan, di civîna gel ku gelek kes tev li bûn de wiha axivî: “HDP bi we re heye, wê bi we re mezintir bibe. HDP êdî hêviya vî welatî, pêşeroja wê û edaleta wê ye. Heta ku demokrasiyê ava bikin em ê bi we re bin. Em li vî welatî li dijî desthilata ku kurdan û mafên hemwelatîbûna wekhev a elewiyan tune dihesibîne hene. Em li vir in û bi gotina çareserî em in derketin rê. HDP wê edalet, demokrasi û mafê mirovan bîne vî welatî. Bele li vî welatî navê çareseriyê HDP ye. Ji ber ku HDP hêviya vî welatî ye. Ji ber me ev soz daye îro dibin hedefa desthilatê.”
 
‘EM Ê WAN BIŞÎNIN’
 
Bûldan, bi lêv kir ku her roj komplo li HDP’ê tên kirin, HDP’ê tu caran çok nedanî û wiha berdewam kir: “Desthilateke ku xwezaya vî welatî talan dike û pêşkeşî çeteya pêncan heye. Ev desthilat her roj zilmê dike. Bila her kes bizane ku em ê di vê hilbijartinê de desthilatê bişînin. Em soz didin we em ê wan bişînin. Wê zext bi dawî bibin û avakirineke jiyaneke nû pêk were.”
 
‘TECRÎD ÇARESERÎ NÎNE’
 
Bûldan, diyar kir ku ji bo desthilat kurdan înkar bike, zimanê wan qedexe bike her cure lîstikê dilîze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê pirsgirêka kurd bi diyalogê mirov çareser bike. Hûn nikarin vê pirsgirêkê bi paşguhkirinê tune bikin. Şûna ku hûn çareser bikin, hûn birêz Ocalan tecrîd bikin wê çareserkirina wê pêkan nebe. Me di pêvajoya çareseriyê de dît ku çareserî çiqas serkeftî ye. Di wê pêvajoyê de hêsirên çavên tu dayikên me ne riştin, tu ciwanên me binax nebûn. Piştî pevajoyeke wisa hûn bi tecrîdê, tune hesibandinê nikarin serbikevin.”
 
‘HDP LI HER DERÊ YE’
 
Bûldan bang li desthilatê kir û wiha berdewam kir: “Hûn dikarin HDP’ê weke avahiyekê bibînin lê HDP li her derê welat heye. HDP li Behrareş li rex mirovên ku çemên wan diherike ye, li Egeyê li rex mirovên ku daristanên wan dişewite ye, li Amed, Botan û Serhedê li rex kurdên ku zimanê wan tune tê hesibandine. Li rex malên cemê ku her roj êriş lê tê kirine. Li rex jinên ku tên taciz û tecawizkirine.”
 
GIRTÎGEH
 
Bûldan a bêhiqûqiyên li girtîgehan bi bîr xist, diyar kir ku Çevîk Bîr ê bi Aysel Tûglûkê re xwedî heman nexweşiyê ye hate berdan lê Tûglûk nehate berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de Aysel Tûglûk, girtina hemû girtiyên nexweş sûcê mirovahiyê ye. Bi Aysel Tûglûk re xwedî heman nexweşiyê ne, tu ferqa wan nebû. Yek ferq hebû. Aysel Tûglûk kurd e û jineke. Çevîk Bîr jî zilameke, tirkek e. Ev bihiqûqî, bêwijdanî nayê qebûlkirin. Ev hemû ji dijminatiya we ya li dijî kurdan û HDP’ê ye. Em soz didin ku em ê we ji vê desthilatê bişînin.”