Wezareta Karê Derve derbarê Sûriyeyê de daxûyanî da

img
ENQERE - Berdevkê Wezareta Karên Derve Sefîr Tanjû Bîlgîç têkildarî hevdîtinên bi Sûriyeyê re tên kirin axivî û got: “Ji ber sersariya rejîma Esad pêvajo nameşe.”
 
Berdevkê Wezareta Karên Derve Sefîr Tanjû Bîlgîç hin pirsên ser polîtîkayên Tirkiyeyê û Sûriyeyê bersivandin. Bîlgîç, destnîşan kir ku Esad ji pêvajoyê re sersar tevdigere û wiha got: “Tirkiye di mijara domandina agirbestê û avakirina Komîsyona Makezagonê ya bi riya Astana û Cenevreyê de pêşengtî kiriye û di pêvajoyê de piştgirî daye muxalefet û Şandeya Mûzakereyê. Ji ber sersariya rejîma Esad halê hazir pêvajo nameşe. Tirkiye ji bo ku penaber bi dildarî û bi awayekî ewle vegerin welatê xwe, piştgiriya xwe ya ji bo çareseriyê didomîne, li gorî nexşerêya Desteya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (NY) ya bi hejmara 2254’a tevdigere.”