Sancar serdana Antakyayê kir

img
HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku li Hatayê serdanên xwe didomîne, li navçeya Antakyayê bi welatî û esnafan re hat gel hev. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di çarçoveya bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” serdanên xwe yên li Hatayê didomîne. Sancar û şaneya pê re li navçeya Antakyayê serdana esnafan kir. Welatî û esnafan Sancar û şandeya pê re bi çepikan pêşwazî kir. Sancar li gel esnafan sohbet kir û li gilî û gazinên wan guhdar kir. 
 
Di serdanê de jinek axivî û wiha got: “HDP partiya gel e. Kesek hat gotin ‘silav’ û zivirî çû. Bi silavdayinekê tiştek pêk nayê. Divê hûn bên nav gel û li derdê gel guhdar bikin. Heke hûn guhdar nekin, hûnê wê çaxê biçin. Bila demildest bicehimin biçin.”
 
Sancar diyar kir ku beriya her tiştî wê hêza jinan wan bişîne û tu gumana wan ji vê nîne. 
 
Sancar li cafeyan bi ciwanan re sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. 
 
Sancar piştre çû serdana Dêra Ortodoks a li Antakyayê.