Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê

img
ENQERE - Serokê Partiya Vatanê yê Giştî Dogu Perînçek û Ethem Sancak bi şandeyekê re ji bo hevdîtinên bi rayedarên payebilind re pêk bînin, dê biçin Sûriyeyê. 
 
Hat daxuyandin ku Serokê Partiya Vatanê yê Giştî Dogu Perînçek û Ethem Sancak ji bo têkiliyên bi rayedarên payebilind re, dê biçin Sûriyeyê. Balkêş e ku ev hevdîtin piştî daxuyaniyên ku di navbera wezîr û parlamenterên AKP’î yên derbarê asayîkirina têkiliyên bi Sûriyeyê û hevdîtinên ku bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re dikarin bên destpêbikin, pêk hatin. 
 
Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bûrsali ragihand ku ev serdan dê di navbera 10-15 rojan de pêk werin.