Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin

img
ENQERE - Endamê Komîsyona Edaletê yê HDP’ê Abdûllah Koç, xwest ji bo mirinên li girtîgehan diqewimin bên lêkolînkirin, komîsyonek bê avakirin. 
 
Endamê Komîsyona Edaletê û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Abdûllah Koç, têkildarî mirinên li girtîgehan diqewimin pêşniyaznameyeke lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir. Di pêşniyaznamayê de hat gotin ku hejmara kesên ji sala 2014’an û vir ve di girtîgehan de 'întîhar kirine' ku di daneyên Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Ceza de (CÎSST) cih digirin, 97 e û li gorî daneyên ÎHD’ê di nava sala 2012’an de 13 girtiyan întîhar kiriye. 
 
DIVÊ PÊŞIYA MIRINÊN NÛ WERE GIRTIN
 
Koç, di pêşniyaznameyê de bal kişand ser Bazo Yilmaz (67) ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê dihat ragirtin, tevî hemû bangan nehate berdan û wiha got: “Şaredarê Bajaroka Goganê yê berê, endamê Meclisa Şaredariya Xelfetiyê Yilmaz û endamê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), bi îdiaya endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye di 12'ê Mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin û girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Yilmaz de 9 sal cezayê hefsê hate dayîn. Li girtîgehan her roj cenazeyên nû derdikevin. Divê demildest temamê girtiyên nexweş bêşert û merc bên berdan û pêşiya mirinên nû were girtin. Ez daxwaz dikim ku ji bo tespîtkirin û lêkolînkirina sedemên mirina girtiyên li girtîgehan ji ber nexweşiyê yan jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane, Komîsyoneke lêkolînê bê avakirin û di vî warî de Lêpirsîna Meclîsê were vekirin.”
 
Koç, di pêşniyaznameyê de cih da navên 43 girtiyên li gorî daneyên ÎHD'ê yên di 8 mehên sala 2022'yan de ji ber nexweşiyê an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Navên girtiyan wiha ne: 
 
“* Mûrat E. yê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dihat ragirtin di 13’ê çileyê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Yilmaz Ekîncî (28) ê ji navçeya Hîzanê ya Bedlîsê ku di Tîrmeha sala borî de bi îdiaya "birîndarkirinê" hatibû girtin û li Girtîgeha Aydin a Tîpa E'yê de bû, hate îdiakirin ku di 13'ê Çileyê de xwe kuştiye.
 
* Ramazan Tûran ê 70 salî ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind di hucreya yek kesî de dihat ragirtin, di 21’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Tûran krîza dil deras kiriye û jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Hate îdiakirin ku Emrah Çalişri ê li Girtîgeha Kandirayê dihat ragirtin, di 26’e Sibatê de di encama krîza dil ku derbaskirî de jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Sefa Korçe ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dihat ragirtin, di 29’ê çileyê de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Mehmet Hanîfî Bîlgîn ku 30 sal bûn girtî bû û ji berdana wî re 5 meh mabûn, di 30’ê çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê, derbarê mirina Bîlgîn de li malbata wî geriyabû û angaşt kiribû ku Bîlgîn ji ber “krîza dil” jiyana xwe ji dest daye.
 
*  Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ê rewşa wî giran bû li Girtîgeha Metrîsê dihat girtin. Li ser rewşa wî giran bû, rakirin Nexweşxaneya Yedîkuleyê. Denîz di 2’yê sibatê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
* Girtiyê edlî Ercan Eke (43) ku li Girtîgeha Şakran a Alîaga de dihat ragirtin di 5’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku di pêşotopsiya Eke de şopên derban li serê wî hene. 
 
* Îsa Yaşar (57) ê li Girtîgeha Tîpa T a Keskîn a Kirikkaleyê dihat ragirtin, di 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Girtîgehê îdia kir ku ji ber ji nişka ve dile Yaşar sekini jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Şahîn Adanûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Anamûra Mêrsînê dihat ragirtin, ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) di 12’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mûsret Mûgla ê 84 salî ku ji ber pere razandine Bank Asyayê hatibû girtin, di 13’ê Sibatê de li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweşê giran Yûsûf Bekmezcî yê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dihat ragirtin, di beşa lênêrîna awarte ku 47 rojan lê ma de di 20’ê sibatê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê edlî Sezer Alan ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Taner Işildak ê li Girtîgeha Tîpa M a Bîlecîkê dihat ragirtin di 23’yê sibatê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Hate îdiakirin ku Alî Kaya ê li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dihat ragirtin, di 25’ê sibatê de li odeya lê dima mirî hatiye dîtin. 
* Bedrî Çakmak ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, tevî di girtîgehê de bi nexweşiya penceşêra mîdeyî ket, salek mabû ku cezayê wî xelas bibe di 11’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, ji ber nexweşiya penceşêra rûvî piştî hate berdan 10 rojan di 15’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Sînan Kaya ê li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Şervan Can Guder ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dihate ragirtin, di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Guder ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. 
 
* Ûmût Bûlût ê 17 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin, di 23’yê adarê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Nexweşê penceşêrê Abdo Baran ê 82 salî ku li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê dihat ragirtin, di 24’ê adarê de li nexweşxaneya rakirinê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Reşat Altinbaş ê li Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê di 24’ê adarê de ji ber nexweşê penceşêrê bû infaza wî hate taloqkirin piştî hefteyekê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mehmet Sevînç ê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dihate ragirtin, di 7’ê nîsanê de di encama xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. 
 
* Ferhan Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihat ragirtin, di 12’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Mehmet O. yê li Girtîgeha Tîpa E ya Antalyayê dihate ragirtin di 19’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Alî Nûrî Bakir ê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dihat ragirtin, di 22’yê nîsanê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. 
 
* Seyît Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihat ragirtin, di 26’ê nîsanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Yûsûf Akmisir ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dihate ragirtin, di 8’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Abdûllah Ece yê 73 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê dihate ragirtin, li nexweşxaneya ku ji ber vîrûsa koronayê di 14’ê adarê de rakirinê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Ferhat Dogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dihate ragirtin, di 15’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Y.E.Y. ku li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê dihate ragirtin, di 20’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Siddik Ûgûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê dihate ragirtin di 25’ê gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Hakan Kaşarlioglû ku li Girtîgeha Tîpa D a Denîzliyê dihate ragirtin di 4’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Kaşarlioglû krîza dil derbas kiriye. 
 
* Kadîr Karademîr ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dihate ragirtin, di 12’ê hezîranê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Fethî Un ê li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş a Denîzliyê dihate ragirtin, di 13’ê hezîranê de ji ber xwîn çû ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da. 
 
* Osman Alî Yilmaz ê li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa S a Bodrûmê dihate ragirtin, di 10’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Meryem Serçe ya li Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê dihate ragirtin di 11’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Mehmet Saît Demîroz ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê dihate ragirtin, di 17’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. 
 
* Kadri Ekîcî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihate ragirtin, di 21’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Mehmet Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê dihate ragirtin, di 24’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Taner Atmaca ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dihate ragirtin, di 29’ê tîrmehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
* Girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim (68) ku ji sedî 96 astengdar bû, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin. Ji bo berdana Yildirim 10 roj mabûn di 14’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da.  
 
* Endamê PM’a DBP’ê yê berê Mehmet Candemîr ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dihat ragirtin, di 15’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Candemîr ji ber krîza dil wefat kiriye.”