HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin

img
MÊRDÎN - Parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz di Kongreya HDP’ê ya Kerboranê de axivî û wiha got: “Tu kes mecbûrê tifaqên Cumhur û Millet nîne. Em, Rêya 3’yemîn ava dikin û li ser pêyan e.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) a Kerboran a Merdînê, 4’emîn Kongreya Asayî li Parka Ozgurlukê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz di di kogreyê de axivî û da zanîn ku di serdemekî giran re derbas dibin. Îpekyuz, bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha got: “Dîroka gelê kurd, dîroka berxwedanê ye. Her wiha Kobanê ne tenê bajarek lê berxwedan e.” 
 
Bi domdarî Îpekyuz destnîşan kir ku ji bo gelê kurd tu ferq û cudahiya tifaqên Cumhur û Millet nîne û wiha domand: “Her du tifaq jî ji bo kurdan nifaq in. Xanimefendî (Meral Akşener) her carê qala hesasiyetan dike. Baş e lê tu ji bo hesasiyetên kurdan dibêjî çi? Her roj êriş tên kirin. Mirin çêdibin. Girtin çêdibin. Lê tenê yek rojê dengê xwe dernaxînin. Her roj qala hilbijartinan dikin. Ji ber ku em ji Erdogan aciz in, dibêjin qey em mecbûrên wan in. Em nemecbûr in. Em, Rêya Sêyemîn ava dikin. Em li ser pêya ne. Em, li ber xwe didin. Dibêjin qey em ditirsin. Lê yên ku ditirsin ew bi xwe ne. Bila baş bizanin ku nifteya  demokrasiya Tirkiyeyê di destê kurdan de ye.” 
 
Di kongreyê de Yuksel Oguz û Abdulsamet Şahîn weke hevserokên nû hatin hilbijartin.