Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike

img
STENBOL - Endamê Koordînasyona DÎB'ê Zekî Tombak diyar kir ku Tirkiyeya ku nekarî li Zap, Avaşîn û Metîna çîroka serkeftinê binivîsîne, vê carê êrişî Rojava dike û bêdengiya hemû komên mûxalîf ên li dijî êrişan rexne kir.
 
Tirkiyeya ku ji meha nîsanê ve êrişî deverên başûrê Kurdistanê dike, ji meha mijdarê ve jî vê carê êrişî bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê dike. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava di roja 15’emîn de didomin û her ku diçe bilançoya êrişan girantir dibe. 
 
Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrişan bû sedema nerazîbûna kurdan û dostên wan. Endamê Desteya Koordînasyona Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Zekî Tombak, êrişên Tirkiyeyê nirxand û helwesta raya giştî ya navneteweyî rexne kir. 
 
'ÊRIŞ BI ZILMKARÎ TÊN KIRIN’ 
 
Tombaş destnîşan kir ku li çar parçeyên Kurdistanê bi salane dewlet dixwazin gelê kurd bêstatû bimîne û ji bo bêstatû bê hiştin jî şerek mezin li dijî kurdan tê kirin û hemû dewlet polîtîkayek hevkar li pêş dixe û bi zilmkarî nêzî gelê kurd dibin. 
 
‘BERXWEDANÊ HESAB NEKIRIBÛN’ 
 
Tombak diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ku roj bi roj desthilatdariya xwe winda dike, mîna her serdema hilbijartinê di hilbijartinên pêş de jî bi şer hewl dide bi ser bikeve û ev şer di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê hatiye destpêkirin. Tombak wiha got: “Şerê ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna dane meşandin, tu serkeftinek ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û serkeftineke leşkerî bi dest bixe, bi dest nexist. Nêzîkî 100 baregehên leşkerî li herêmê hatin avakirin, lê li herêma ku ev şer lê dewam dike, erdnîgariya ku hatiye girtin tune ye. Yekîneyên leşkerên Tirkiyeyê yên herî tên zanîn şer dikin û me hê çîrokeke serketinê nebihîstiye. Derket holê ku berxwedaneke xurt heye ku hesabê wê nekiribûn derketiye pêşiya wan û vê yekê nehiştiye ku çîrokeke serkeftî bê nivîsandin.”
 
‘DIXWAZIN QADÊN JIYANÊ TUNE BIKIN’ 
 
Tombak destnîşan kir ku Tirkiyeyê neserketina xwe ya li başûrê Kurdistanê û teqîna li Taksîma Stenbolê ji bo êrişkirina Rojava dike hêcet û wiha got: “Bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi êrişên giran ên top û hawanan re rûbirû mane. Tirkiye bi destûra Rûsyayê êrişî Rojava dike. Ji bilî cihên leşkerî bêtir li îstasyonên enerjî, petrol dixin. Dixwazin çavkaniyên ekonomiyê yên YPG’ê ziwa bikin. Dixwazin rojane jiyana gelên li herêmê dijwartir bikin û dikin hedef. Ji ber vê yekê rojane şer didome. Lê hemû hêviya wan maye li benda operasyonek bejahiyê. Tirkiyeya ku di Zap, Avaşîn û Metîna de bi ser neket û nakeve, dê li dijî Rojava jî bi ser nekeve.”
 
JIYANEK BÊ ŞER 
 
Tombak muxalefeta heyî ya ku li dijî êrişên AKP-MHP’ê bêdeng dimînin jî rexne kir û got divê her kesê xwedî bi wîjdan û aliyên muxalîf li ber vî şerî rabin. Tombak destnîşan kir ku ji bo jiyanek bêşer bê avakirin divê ev şer derî bi derî were vegotin û divê her kes li kêleka têkoşîna azadiya gelê kurd cih bigire. 
 
MA / Rûkiye Adiguzel