Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!

img
ENQERE - Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê jinedîtî ve hat û got ku sedema krîz aborî şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de ye. 
 
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budeçeya Rêveberiya Navendî ya 2023’yan ên li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê kirin. Di rûniştina ewil de di destpêkê de Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay axivî û budçeya 2023’yan pêşkeş kir. Oktay, bi qasî saetek û nîvan axivî û gelemperî bal kişand ser şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de. Oktay, şerê li Herêma Federe ya Kurdistanê tê kirin jinedîtî ve hat û îdia kir ku sedema krîza aborî şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de ye. 
 
ÎDIAYA ABORÎ MEZIN BÛYE
 
Fuat Oktay, îdia kir ku li gel kûrbûna krîza aborî jî aboriya Tirkiyeyê ji nîva sala 2022’yan ve mezintir bûye û wiha got: “Bandora neyînî ya şerê Ûkraynayê û pandemiyê di halê hazir de nahêle aboriya cîhanê xwe komî ser hev bike. Lê dîsa jî aboriya Tirkyeyê di 9 mehên ewil ên sala 2022’yan de ji sedî 6,2 mezin bû û rewşa xwe ya xurt parastiye. Bihayê xurek û enerjiyê li gorî şerê Rûsya-Ûkraynayê zêde dibe. Bihayê enerjiyê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê dike û di dema desthilatdariya AKP’ê de êdî pêdiviya Tirkiyeyê ya bi dewletên din re kêm bûye.” 
 
DI SALA 2021’AN DE 201 MILYAR LÎREYAN LI KÊMIYÊ DA 
 
Têkildarî Hesaba Teqez a Rêveberiya Navendî ya sala 2021’an, trîlyonek û 603,5 milyar lîra lêçûn û trîlyonek û 402 milyar lîre jî dahat çêbûye. Bi vê yekê re budçeyê 201,5 milyar lîre li kêmiyê daye û 20,7 milyar lîre jî ji ber faîzê budçeyê li kêmiyê daye. Lê li gorî Oktay ev rewş nîşaneya “mezinbûnê” ye. Oktay, têkildarî Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan got ku li gorî texmîna wan dê lêçûn  4 trîlyon û 469,6 milyar lîre, dahat 3 trîlyon û 810,1 milyar lîre û budçe jî 659,4 milyar lîreyan li kêmiyê bide. Budçeya sala 2023’yan jî 4 qet ji ya 2021’an zêdetir hat texmînkirin. 
 
LI GORÎ SALEK BERÊ JI SEDÎ 57,9 ZÊDE BÛ 
 
Bi domdarî Oktay, diyar kir ku tahsîsatên budçeyê li gorî sala 2022’yan ji sedî 57,9 zêde bûye û dabeşkirina ekonomîk jî wiha parve kir: “Ji bo lêçûnên personelan 952,3 milyar lîre, ji bo lêçûnên prîmên dewletê yên bo Saziyên Ewlekariya Civakî 150,4 milyar lîre, ji bo lêçûnên kirîna mal û xizmetê 318,7 milyar lîre, ji bo transferên carî trîlyonek û 682 milyar lîre, ji bo lêçûnên sermayeyê 315,8 milyar lîre, ji bo transferên sermayeyê 37,3 milyar lîre, ji bo lêçûnên dayîna deynan 359,2 milyar lîre, ji bo tahîsatên cîhgir 88,2 milyar lîre û ji bo lêçûnên faîzê jî 565,6 milyar lîre hatiye veqetandin.”
 
Piştî pêşkeşkirina budçeyê ya Oktay, dê partiyên koma wan li Meclisê heye biaxivin. Li gorî rêzê dê li ser navê koma Partiya ÎYÎ Serokwekîlê Komê Musavat Dervîşoglû, li ser nava koma MHP’ê Serokwekîlên Komê Erkan Akçay û Levent Bulbul biaxivin. 
 
Di berdewamiya hevdîtinan de Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî dê li Lijneya Giştî biaxivin. Piştre jî dê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû biaxive. 
 
Li ser navê koma AKP’ê jî dê Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Nûrettîn Canîklî û Cîgirê Serokê Giştî Nûman Kurtulmuş biaxivin.