Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e

img
ENQERE - Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Nûrettîn Canîklî, li dijî tespîta "budçeya şer" derket û ev îtîrafê kir: "Ji bo ewlehiyê xerckirineke zêde tê kirin. Cebilxaneyek 5 milyoın dolar e."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê budçeya ku desthilatê amade kiriye de tespîta "budçeya şer" kir. Ev tespît Lijneya Giştî ya Meclisê di hevdîtinên budçeya sala 2023'yan de ji aliyê AKP'iyan ve hat îtîrafkirin. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Nûrettîn Canîklî ku di hevdîtinên li ser budçeyê de mafê axaftin ê girt, berovajiyê berdevkên partiya xwe tespîta ku HDP'ê kir îtîraf kir. 
 
PEREYEK ZÊDE TÊ XERCKIRIN 
 
Canîklî, di ser xerckirinên ewlehiyê de budçeya amade kirine parast û ev îtîraf kirin: "Hevalên me xerckirinên ewlehiyê jî dikin. Ev pir nayê axaftin û nayê rojevê lê ji bo parastina vê xakê em xerckirineke zêde dikin. Ji bo parastina yekparebûna xaka xwe Tirkiye ji neçarî leşkerên xwe li 3 welatan bi cih dike û ji bo ewlehiyê xerckirinên mezin dike. Hebe cebilxaneya ku ji F-16'an tê avêtin ji 400 hezar dolarî heta 1,2 milyon dolarî pere tê xerckirin. Herî dawî maliyeta bombeya ku me çêkir 1,2 milyon dolar e. Cebilxaneya ku timik ji obusan tê avêtin 5 milyon dolar e. Di operasyoneke herî biçûk de bi hezaran tên avêtin. Ji ber vê dibêjim; ev geşedan tev pêk tên û xerckirin tê kirin. Bi 200 milyarî subvansiyona enerjiyê tê kirin."
 
PEKOZ Ê HDP'Î: ŞER SEDEMA XIZANIYÊ YE
 
Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz bersiv da Canîklî û ev bertek nîşan da: "Em cihê vala nabêjin şer civakê xîzan dike. Em li vir cihê vala dibêjin, 'Şer sedema xizaniyê ye'"