Kamaç: Tirkiye bi polîtîkaya Rojava re dê bêçare bimîne

img
WAN - Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç diyar kir ku Tirkiye bi êrişên li ser Rojava re wê bikeve nava rewşek bêçare û li dijî êrişan bal kişand ser girîngiya mîsogerkirina yekitiya neteweyî ya kurdan. 
 
Êrişên dewleta tirk ên ji 20’ê Mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer, top û obusan destpê kirine, dewam dikin. Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, êrişên li ser Rojava nirxand û got kurd ancax bi yekitiya neteweyî dikarin pêşî li van êrişan bigirin. 
 
‘ÊRIŞ LI DIJÎ DESTKEFTIYAN IN’ 
 
Kamaç da zanîn ku Tirkiye ku di sala 2016'an de bi navê “Mertalê Firatê” derbasî Bakurê Sûriyeyê bû, dest bi êrişên li ser Rojava kir û êrişên wan bi temamî dijî destkeftiyên kurdan e. Kamaç anî ziman ku kurd li her cihê ku lê hewl didin bijîn bi êrişên dewletê re rûbirû ne û got: “Ji ber ku kurd cih digirin ji bo xwe xeternak dibîne. Ji bo vê jî hemû êriş gavên ji bo tunekirina hemû kurdan e. Bi gotinên Serokkomar re hewl tê dayin ku li dijî Rojava heta Colemêrgê heta 30 kîlometre kûrahiya sînor li dijî Bakur xetek bê avakirin. Wan diyar kiribû ku ew ê ereban li ser vê xetê bi cih bikin."
 
DESTÛRA AMERÎKA Û RÛSYA 
 
Kamaç destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava nikarin bêyî Amerîka û Rûsyayê pêk bên û berjewendiyên wan ên cuda li ser Sûriyeyê hene û bêyî destûra hêzên hegemonîk şensê Tirkiyeyê nîne ku bikeve herêmê.
 
‘KURD NEÇARIN KU XWE BIPARÊZIN’ 
 
Kamaç îşaretî wê yekê kir ku bi rêya bejahî ketina Rojava wê ne hêsan be û wiha domand: “Kurd neçarin xwe li Rojava biparêzin. Ketin û derketina ji bejahiyê ji bo wan ne hêsan e, lê ji îro û pê ve ne hêsan e ku encam were pêşbînîkirin. Lê encam çi dibe bila bibe, heta hebûna kurdan a li Sûriyeyê ev 100 sal in hatiye paşguhkirin, lê êrişên li dijî van destkeftiyên ku di van 10 salên dawî de bi dest xistine, wê bandoreke giran li hemû kurdan bike. Çi dibe bila bibe, dema ku me destkeftiyek wisa bi dest xistiye, divê hemû kurdên cîhanê li qadên xwe xwedî li erka xwe derkevin û parastina wê bikin."
 
‘RASTIYA KURDAN SIYASETÊ DÎZAYN DIKE’ 
 
Kamaç destnîşan kir ku ti polîtîkayek bêyî kurdan li Rojhilata Navîn wê bi ser nekeve û wiha got: “Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ewqasî rast e ku pirsgirêk bi xwe jî sêwirana siyasetê diafirîne. Dema em li Rojhilata Navîn dinêrin, kurd miletekî ji gelek gelan e, xwedî nifûseke mezin e. Gelê ku kok û dîroka wê bi hezaran sal in li vir e. Li cîhanê bi hemû aliyên xwe yên leşkerî, siyasî û erdnîgarî gihiştiye hêzeke cidî û bi vê rastiyê Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bi awayekî dîzayn dike. Bi gotineke din, ew di forma xwe ya xwezayî de hatiye çêkirin. Ji aliyê din ve hêzên ku siyasetê hildiberînin dixe nava bendekê. Ji ber ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke sûnî ye, divê demildest ji holê bê rakirin. Ev rastî bi her awayî Tirkiye li ber xwe dide. Di rastiyê de siyaseta Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn polîtîkayeke ku li ser kurdan tê meşandin e. Dijberiya Tirkiyê ya duh li dijî Esed û îro jî gotina ‘silav’ rewşa kurdan diyar dike. Ji ber vê yekê ev rastî welatên herêmê bi taybetî jî Tirkiyeyê ber bi xirecirekê ve dikişîne. Encama ku bi salan e li dijî siyaseta şer û dubendiyê jî ev e; kurd wê bi awayekî hebin. Encam wiha xuya dike. Bi xwezayî, hûn nekarin wê hilweşînin û ev mijar dest bi dîzaynê dike. Her pêngava şaş a ku Tirkiye bavêje dê berdewam bike da ku wê bikişîne nav rewşek bêçare.” 
 
‘JI BO KURDAN YEKANE RÊ YEKITÎ YE’ 
 
Kamaç li dijî destûra êrişên hêzên herêmî û hegemonîk ên ku didin Tirkiyeyê jî got: "Tişta ku divê kurd li dijî êrişan bikin, yekitiya neteweyî ya ku 400 sal in tê axaftin û yekane rêya ku veguheriye trajediyê ye. Ev yekitî yekane tişta ku wê kurdan bi ser bixîne ye.”
 
MA / Cengîz Ozbasar