Ji HDP’ê bo MHP’ê bersiva ‘mafên mirovan’: Ne hedê we ye

img
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji MHP’a ku partiya wan kirin hedef re got: “Hûn nikarin parêzvaniya me ya mafên mirovan bidarizînin. Ne hedê we ye.” 
 
Di Desteya Giştî ya Meclisê de Parlamenterê MHP’ê yê Mêrsînê Olcay Kilavûz li ser budçeya Wezareta Ciwan û Sporê ya sala 2023’yan axivî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir hedef. Kilavûz ji parlamenterê HDP’ê re got, “Xwedîgiravî mafên mirovan diparêzin” û xwest parêzbendiya wan bê rakirin. 
 
Li ser vê yekê Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û wiha got: “Em mafên mirovan diparêzin, em hiqûqê diparêzin. Em ji bo her kesî mafên mirovan bêrawestan diparêzin. Em ne nîjadperest in. Em doza serweriya yek nasnameyê nakin. Em nabêjin îşkence li hinekan dibe û li hinekan nayê kirin, em nabêjin ku qetlîam li hinekan tê kirin û li hinekan nayê kirin. Ji ber vê yekê kes nikare parêzvaniya me ya mafên mirovan bidarizîne, em ê nehêlin ku kes bidarizîne jî. Ne hedê kesî ye. Pratîka me vê nîşan dide.”