Hevserokê KCD’ê Ozturk: Muxalefet jî parçeyekî tecrîdê ye

img
AGIRÎ - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê li Agiriyê di civîna gel de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ne tenê desthilata AKP’ê û MHP’ê, muxalefet jî parçeyekî vê tecrîdê ye.”
 
Serdan û civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî geşedanên siyasî yên rojane li bajarên Serhedê dane destpêkirin didomin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û endamên partiyê îro li Agiriyê bûn. Hevserokên KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Panosê, Salîha Aydenîz li navçeya Giyadîn û gundên wê; Keskîn Bayindir jî li navçeya Bazîd û gundên wê bi gel re civiyan.
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER 
 
Ozturk ê li navçeya Panosê li Navenda Kar a Şaredariyê bi gel re civiya, qala pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013 û 2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hate meşandin kir û wiha got: “Li aliyê din ê van hevdîtinan hikumeta AKP’ê hebû. Lê desthilatê ji helwesta alîgiriya aştiyeke birûmet reviya. Li cihê ku aştiyeke mayînde pêk were wan planên ku gelê kurd sirgun bikin, bikujin û biavêjin girtîgehan kirin. Plana şer xistin meriyete. Lê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di her firsendê de ji bo aştiyeke birûmet hewl da. Lê desthilatê li dijî vê tecrîd kûrtir kir û şer da destpêkirin.”
 
Ozturk, diyar kir ku li dijî tecrîda kurkirî gel dest ji têkoşînê berneda û wiha berdewam kir: “Gelê kurd ji bo çand, ziman, ax û jiyana xwe dest ji têkoşîna xwe berneda. Vî gelî heta niha minet bi kesê nekiriye, ji niha şûnda jî nake. Li dijî bêvînî û ferzkirina koletiyê em ê her tim têbikoşin. Ji bo jiyanek û aştiyeke birûmet her tim fikir û paradîgmayên Birêz Ocalan di holê de ne. Ji bo jiyaneke azad û wekhev em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA
 
Ozturk, qala zirara ku şer dide Tirkiyeyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vegerin ser rêya Rêberê Gelê Kurd a çareseriyê. Tecrîdê rakin û şer bi dawî bikin. Kesên duh dijberiya Esad dikirin û digotin ew kujer e, îro hewl didin bi Esad re hevdîtinê bikin. Yekane armanc dijberiya gelê kurd e. Hewl didin li Sûriyeyê kembereke ereban biafirînin. Bi bombebaranan dixwazin kurdan ji cihê wan bikin. Navê vê qirkirine. Ji ber vê tecrîdê kûrtir dikin. Ev bêexlakî û bêwijdanî ye.”
 
Ozturk, têkildarî tecrîdê partiyên muxalefetê jî rexne kirin û ev tişt gotin: “Ev tecrîd hiqûqî nîne. Divê demildest bê rakirin. Ne tenê desthilata AKP’ê û MHP’ê, muxalefet jî parçeyekî vê tecrîdê ye. Li dijî bêhiqûqiya heyî dengê xwe dernaxînin. Lê dibêjin ‘Em Erdogan ji desthilatê bêxin’. Pirsgirêka me tenê Erdogan e? Ey muxalefet tu hêj nikarî qanûn û makeqanûna xwe biparêzî û li dijî şer derkevî.”