Pêşniyazên DEM Partiyê yên ji bo teqawidan ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatin redkirin

Parve bike:
ENQERE – Pêşniyazên DEM Partiyê yên ji bo meaşên teqawidan ku xwest di asta meaşê kêmtirîn de be û kêmkirina rojên prîmên kesên ji BAG-KUR'ê teqawidbûyî ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatin redkirin. 
 
Pêşniyazên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên ji bo teawidan hatin redkirin. DEM Partiyê xwest meaşên teqawidan di asta meaşê kêmtirîn de be û rojên prîman ên kesên ji BAG-KUR'ê teqawidbûyî bên kêmkirin û efûya xwendekaran bê ragihandin. Pêşniyazên DEM Partiyê, ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatin redkirin.