Ciwanên HDP’î yên hatin berdan: Piştgiriya Şenyaşar kirin mijara sûc 2022-09-19 10:55:25 STENBOL - Endamê Meclisa HDP’ê Lîvan Orman diyar kir ku ji ber xebatên partiyê kirin mijara sûc hatin girtin û bi lêv kir ku di nava sûcdariyan de serdana piştgiriyê ya ji bo Emîne Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne jî hebû.     Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de polîsan di 29’ê tîrmehê de bi ser malên endamên Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên navçeyê de girtin. Di operasyona ku deriyên malan hatin şikandin de endamê Meclisa HDP’ê Lîvan Orman û Ahmet Beyazit di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 4 rojan ji 12 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, Orman û Beyazit jî di nav de 5 kes hatin girtin, 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Derbarê 12 kesan de di 13’ê tebaxê de ji ber propagandaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin.    PIŞTGIRIYA ŞENYAŞAR KIRIN ‘SÛC’     Di îdianameya ji 143 rûpelan pêk tê de daxuyanî û ragihandinên Meclisa Ciwanan weke sûc hatin nîşandan. Endamên meclisê di 1’ê hezîranê de ji bo piştgiriyê bidin serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, kirin. Di îdianameyê de parvekirinên ciwanan derbarê serdanê de li ser medyaya dîjîtal kirine jî weke sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de hevdîtinên telefonan, parvekirinên medyaya dîjîtal, daxuyaniyên çapemeniyê û aktîviteyên li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û govendên di van aktîveteyan de hatine gerandin kirine mijara sûc. Îdianame di 7’ê îlonê de ji aliyê 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûl kirin. Dadgehê di heman rojê de bi guncav dîtinê derbarê 5 kesên girtî de biryara girtinê da.    Endamê Meclisa HDP’ê Lîvan Orman û endamê Meclisa Ciwanan ê HDP’ê Ahmet Beyazit ên hatibûn berdan têkildarî pêvajoya binçavkirinê û girtin û sûcdariyên derbarê wan de ji ajansa me re axivîn.    DI DEMA BINÇAVKIRINÊ DE TUNDÎ KIRIN   Beyazit, da zanîn ku binçavkirina wan bêhiqûqî bû û bi bîr xist ku di dema binçavkirinê de hem ew hem jî malbatên wan rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatin. Beyazit, diyar kir ku ji ber kurd in weke dujmin tên dîtin û wiha got: “Ji ber weke dujmin tên dîtin di dema binçavkirinê de tundî û heqaret kirin. Her wiha dest danîn ser telefona birayê min û sedemê binçavkirinê jî negotin. 4 rojan me nezanî em ji bo çi hatine binçavkirin. Hewldan psîkolojiya sûcdariyê ava bikin lê ji ber em têkoşîneke mafdar didin me armancên wan vala derxistin.    JIYANA DEMOKRATÎK   Beyazit, bi lêv kir ku hewl tê dayîn ku xebatên wan ên di bin banê HDP’ê de bên îllegalîze kirin û wiha berdewam kir: “Em ji xwe sedemê binçavkirin û girtina xwe dizanin. Ji ber em weke Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi xebatên xwe ciwanan agahdar dikin, ji nav jiyana qirêj a bêesil û hişbirê derdixînin û tev li jiyana demokratîk dikin hewl didin diavêjin zindanan.”   BI HEZARAN TÊN     Beyazit, da zanîn ku Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku wan li dar xist jî bûye mijara sûcdarkirinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewldan gel û ciwan neyên tûrnûvayê lê negihiştin armanca xwe. Em heta dawiyê li vir in. Nikarin me bi binçavkirin û girtinan tu car bitirsînin. Nikarin bi paş ve gavê bidin avêtin. Em têkoşîneke mafdar û meşrû bi rê ve dibin. Hewldan tûrnûvayê îllegalîze bikin. Bi girtinan hewl dan darbeyekê li tûrnûvayê bidin lê biserneketin. Em biçin jî li pey me re bi hezaran kes tên.”    Beyazit, diyar kir ku dadgehê ku biryara girtinê da beriya girtinê bi hin kesên sivîl ên “hêzên tarî” re hevdîtin kir û bi vî awayî biryara girtinê da û got: “Gotin di cih de be lîstikek bû. Konseptek hatibû amadekirin. Bi têgehên nava wan vala em avêtin zindanê. Lê helwesta hevalên me zelal bû.”    GIRTÎ LI ERDÊ RADIZAN    Beyazit, da zanîn ku li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ku biribûnê ji aliyê cendermeyan û gardiyanan ve hedef hatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber em girtiyên polîtîk bûn gardiyanan her tim tundiya psikolojik li me dikirin. Ji me pirsa ‘hûn alîgir in an ne alîgir in’ kiribûn û gotibûn ‘heke hûn alîgir bin hûn nikarin ji vir derkevin’.” Beyazit, da zanîn ku pişt re birin qawişa F-12 ya 45 kes bi hev re dimînin, di qawişê de 8-9 girtî li erdê radizan û diyar kir ku di encama têkoşîna li dijî rêveberiya girtîgehê dan de qawişeke din hate vekirin.    JI GOVENDÊ RE LÊPIRSÎN VEKIRIN    Beyazit, bi lêv kir ku dem adi qawişê de bi girtiyan re govend digerandin gardiyanekê di mazgala deriye qawişê de bi kamerayê ew dikişandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê lêpirsîn derbarê girtiyan de dane destpêkirin. Çi bikin bila bikin em peyhatiyên gelê xwe yê ku di şert û mercên herî zehmet de derbas dibinin. Em soza berdewamkirina têkoşîna xwe didin.”   SERDEGIRTINA LI DIJÎ MIROVAHIYÊ     Lîvan Orman jî da zanîn ku polîsan bi rêbazên derveyî mirovahiyê bi ser mala wan de girtine, deriyê malê şikandine, ji ber li malê nebûye tundî li ferdên malbatê hatiye kirin û diyar kir ku polîs bi telefona birayê wî li wî geriyan e bi ser sînyalên telefonê bi ser mala hevalê wî ya lê dima girtine. Orman, anî ziman ku di nava malê de bi paş ve hatiye kelemçekirin, ji ber şîfreya xwe ya telefonê nedaye hatiye derbkirin û wiha got: “Ez ne mecbûr im tiştekî ku li dijî min were bikaranîn weke ku di Destûra Bingehîn de hatiye gotin bidim. Ji ber vê yekê min got şîfreya min nayê bîra min. Lê bi gotina ‘Me di wext de gelek şîfre anîn bîra mirovan. Em dizanin bînin bîra te.’ gef li min xwarin. Tevî ku şopa tiliyê di telefonê de nebû jî bi darê zorê tiliyên min xistin telefonê.”   BI HEMAN HINCETÊ DU CARAN HATE GIRTIN   Orman, bal kişand ser sûcdariyan û bi lêv kir ku xebatên partiyê kirine mijara sûc. Orman diyar kir ku binçavkirin û girtin û her wiha îdîayên di îdîanameyê de binpêkirina destûra bingehîn e û wiha berdewam kir: “Ev xebatên me yên siyasî ne. Nikarin vê weke sûcekî bibînin. Ev yek binpêkirina mafekî Destûra Bingehîn e. Ji bilî vê yekê, di sala 2019’an de hatim binçavkirin û tev li bûna min a  panelekê, weke sedema girtina min tê nîşandan. Pir balkêş e ku ev dosyeya ku berê bû sedema girtina min, kete dosyaya ku ez nû hatibûm girtin. Ji ber heman sedemê du caran hatim girtin.”   HÊZA POLÎS Û LEŞKERAN VEGERANDIYE DARAZÊ    Orman, bi lêv kir ku banga ji bo kongreyê kiriye û hevpeyvînên kirine jî bûne mijara sûc û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî di salên dawî de em bi hikumeteke ku bi lez û bez dest bi windakirina destihilatdariyê kiriye re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê jî li dijî civakê şer îlan kiriye. Tiştekî ku bide civakê nîne. AKP darazê weke amûrekê bikartîne. Di dosyaya me de jî weke amûr bi kar anî. Ev polîtîkaya şerê taybet e. Niha hêza leşker û polîsan vegerandiye hêza darazê.”   MAFÊ TEDAWIYÊ TÊ ASTENGKIRIN                                                 Orman, qala girtîgeha lê dihate ragirtin kir û anî ziman ku zext li gorî pêvajoya siyasî tên guhertin. Orman, têkildarî zextên li girtîgehan dijîn jî ev tişt gotin: “Mûameleyên li dijî mirovahiyê pêk tên. Pêkanînên weke ji ber govendê lêpirsîn, cezayên telefonan, gef, girtek û lêgerîna tazî ya di ketine girtîgehê de her ku diçe zêde dibin. Lê ji ber girtiyan qebûl nekir mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin. Li ser wê lêpirsîn jî tên vekirin. Ji aliyê xwendina pirtûkan û çavkaniyên pirtûkan de zehmetî tên jiyîn. Di warê ragihandinê de jî zehmetî hene. Mînak mafê girtiyên edlî yê hevdîtina telefonan a bi dîmen heye. Di hefteyê de nîv saet. Lê vî mafî nadin girtiyên siyasî. Girtiyên siyasî tenê dikarin hefteyê 10 deqîqeyan bi telefona normal bi malbatên xwe re biaxivin.”   Orman, anî ziman ku HDP heqîqeta welat e û dê vê bidomîne jî û destnîşan kir ku ji dîrokê heta niha ciwan bûne tirsa “serdestan”.    MA / Mehmet Aslan