Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe 2023-11-24 11:51:19   AMED - Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê diyar kir ku bi 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di 24’ê kanûnê de bi dirûşma “Vejîneke ciwan” bê lidarxistin re têkoşîna xwe gaveke din pêş bixin.    Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dê di 24’ê kanûnê de 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixin. Endamên Meclisa Ciwanan têkildarî starta kongreyê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê daxuyanî da. Metna daxuyaniya ya kurdî ji hêla Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Marûf Çelîker ve hate xwendin.    Çelîker, diyar kir ku modernîteya kapîtalîst bi hezar salan e polîtîkayên xwe yên zext û înkarê didomîne û wiha domand. “Hikûmeta AKP’ê jî parçeyeke vê sîstemê ye. Ev hikûmet dixwaze kurdan ji cih û warên xwe bike û tune bike.  Wekî ku desthilatar jî baş dizanin ciwan her tim tirs û xofa desthilatdara bûne. Bi vê zanînê jî herî zêde êrişî ciwanan dike. Weke ciwan em jî dê li dijî van êrişan bibin bersiv û tirs û xofa wan bînin bîra wan.”    KONGRE DÊ BI DIRÛŞMA ‘VEJÎNEKE NÛ’ BÊ LIDARXISTIN    Bi domdarî Çelîker anî ziman ku ew ê di vê pêvajoyê de bêdeng nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê vîna xwe eşkere bikin. Weke Meclisa Ciwanên HEDEP'ê em ji çapêmeniyê re radigihînin ku em ê 1'emîn Kongreya xwe bi navê ‘Vejîneke ciwan’ di 24'ê kanûnê de li Amedê pêk bînin. Bi kongreya xwe em dixwazin pêşiya civakê vekin û feraseta xwe ya azadiyê nû bikin. Bila hemû gelê me û hevalên me zanibin, kongreya me soza ronakbîriyê dide gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.”   ‘EM DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR DIKIN’   Di berdewamê de Çelîker destnîşan kir ku dê bi vê baweriyê bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax xebatên xwe yên kongreyê bidomînin û wiha pê de çû: “Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan, demokratîk-şoreşger û hemû gelê xwe dikin ku li kêleka me bin! Li dijî êrişên faşîzma AKP’ê yên li ser ciwanan ku hewl dide xebat û çalakiyên me krîmînalîze bike û me ji civakê dûr bixe, em xwedî li meclisa xwe dertên û em di nav civaka xwe da bi civaka xwe re di siyaseta demokratîk de israr dikin.”   BANGA TEVLIBÛNÊ   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê em bi hev re vê pergalê bişkînin. Ev rejîm nahêle dengê gelan û dengê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bibe. Werin em vî dengî bilind bikin. Dê bi bilindbûna vê dengî re deriyê çareseriyê ji pirsgirêka kurd û pirsgirêken civak û ciwanan re vebe. Em dubarê dibêjin; werin em ji gelan re bibin hêviyek, ji bo jinan, ciwanan û civakê jî bibin azadî. Hêz jî hêvî jî tekoşîn û berxwedana ciwanan e. Kongre dê li Eywana Geterler a Dawetê bê lidarxistin. Banga me ji hemû kesî re ew e ku careke din rabin ser pêyan û tev li kongreya me bibin. Serkeftin ya me ye.”