Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya 2023-12-03 16:02:19   EDENE - Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Edeneyê bi ciwanên bajar re hevdîtin kir.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Edeneyê li avahiya partiyê ya navçeya Seyhanê bi ciwanan re civiya. Li gel ciwanan, her wiha endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamenterê HEDEP’ê yê Mêrsînê Alî Bozan jî tev li bû.    Bozan di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyên siyasî di roja 7’an de didome. Bozan, diyar kir ku divê her kes bibe dengê girtiyan û tev li çalakiyan bibe. Bozan, wiha domand: “Divê em dengê wan li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê belav bikin.”    Bozan, qala rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî kir û da zanîn ku navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê ye.    Hevdîtin, bi gerandina govendê bi dawî bû.