Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan' 2023-12-10 15:29:13   AMED - Meclisa Ciwanan a HEDEP’a Amedê ji bo şahiya xwe ya bi navê “Vejîneke Ciwan” ku dê îro li navçeya Sûra Amedê were lidarxistin, belavok belav kirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî şahiya xwe ya bi navê “Vejîneke Ciwan” îro belavok belav kirin. Ji bo şahiya ku dê li Eywana Dawetan a Rojê ya li navçeya Sûrê bê lidarxistin, ciwan û xebatkarên HEDEP’î ji Qada Şêx Seîd a Sûrê heya ber deriyê eywana şahiyê belavok belav kirin û banga tevlibûnê kirin. Ciwan ji hêla dikandar û gel ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Ciwanên ku bi belavokan hatine vexwendin soza tevlibûna şahiyê dan.    Şahî dê îşev saet di 18.00'an de bi tevlibûna parlementerên HEDEP’î Omer Ocalan û Bêrîtan Guneş li Eywanan Dawetan a Rojê ya Sûrê bê lidarxistin.