Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan

  • ciwan
  • 14:37 25 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Nûrûllah Ozgûn ê HDP’yî ku ji ber îfadeyên li dijî wî hatin dayîn 4 caran hat binçavkirin û bi heman îdîayan 2 caran hatibû girtin, hat berdan.
 
Danişîna doza endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûrûllah Ozgûn li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Ozgun, ji Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Ozgun ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin Muslum Kocaoglû jî li danişînê amade bû. 
 
‘QAŞO’ ŞAHID E LÊ NASNAKE
 
Ozgun parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku Mazlûm Şîmşek ê di danişîna beriya niha de li ser wî îfade dabû û bûbû sedemê girtina wî gotiye ku wî nasnake û anî ziman ku ligel vê yekê jî girtî tê darizandin. 
 
ŞAHIDAN DOZGER DEREWANDIN
 
Ozgun, da zanîn ku derbarê wî de du kesan îfade daye lê îdiayên wan derewin û wiha got: “Dema ez hatim binçavkirin, dozger ji min re gotibû ku kesên îfade dane derewan nakin. Lê îro em lê dinerin ku kesên derbarê min de îfade dane dibêjin min nasnakin.”
 
4 CARAN HAT BINÇAVKIRIN DU CARAN HAT GIRTIN
 
Parêzerê Ozgun, Kocaoglû bi bîr xist ku bi heman beyanan muwekîlê wî 4 caran hatiye binçavkirin û 2 caran hatiye girtin. Kocaoglû, da zanîn ku muwekîlê wî 9 meh in bi îdiayên dubare girtî ye, hatiye mexdûr kirin û xwest muwekîlê wî were berdan. 
 
HAT BERDAN
 
Piştî parastina parêzer dozgeriyê xwest ku Ozgun girtî bimîne. Şandeya dadgehê jî bi şertê kontrola edlî Ozgun berda.