Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin

  • ciwan
  • 14:44 4 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL -  Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi şîara "Niha dema ciwanan e” dê kongreya xwe pêk bînin. Meclisa ciwanan beriya kongreyê daxuyanî dan û banga tevlêbûnê kir. Endamê Licneya Rêveber a Meclîsa Ciwanên HDP’ê Lîvan Orman daxuyanî da û got: “Kongreya me dê bibe kongreya ku vê desthilatdariyê rêwî bike.” 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 26’ê kanûnê de 3’emîn Kongreya Asayî pêk bîne. Meclisa Ciwanan têkildarî kongreyê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Ciwanan li salonê pankarta “Niha dema ciwanan e” vekirin . Rêvberê Lijneya Navendî ya HDP’ê Ferhat Encu tev li civînê bû. Beriya daxuyaniyê Ferhat Encu, diyar kir ku dê ciwan di 26’ê kanûnê  de kongreya xwe pêk binin û banga tevlêbûna kongreyê kir.
 
JI VÎNA ME DITIRSIN
 
Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a HDP’ê Livan Orman daxuyanî xwend û wiha  got: “Herî zêde ciwan dibin hedefa êrîşên desthilatdariyê. Herî zêde em di bin êrîşan de ne. Dixwazin ciwanan bêdeng bikin û bihilinin. Wisa difikirin ku serdestiya xwe berdewam bikin. Herî zêde ji fikr û baweriya me ditirsin.”  
 
Orman, anî ziman ku êrîşên li dijî wan sedema mezinbûna têkoşînê ye û wiha got: “Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet me bê polîtîka bihêlin.Dixwazin me ji koka me ya civakî qut bikin. Fikra me û bedena me dagir dikin û xwazin mêtîngeriyê li ser hemû aliyên me pêş bixin. Dixwazin ciwanên ku nafikire, lêkolîn û lêpirsin nake ava bikin.” 
 
Orman, herî dawî anî ziman ku wekî Meclisa Ciwanan a HDP’ê di 26’ê kanûnê de dê bi şîara “Dema ciwanan e” 3’emîn kongreya xwe ya asayî pêk bînin. Orman, ji hemû ciwanan xwest ku mil bidin hev û bi hevre kongreya xwe pêk bînin û wiha got:  “Bi salan e Birêz Ocalan dixwaze ciwan fikra xwe azad bînin ziman. Tecrîda li ser birêz Ocalan dest pê kiriye, li ser hemû welat belav bûye. Em ê li dijî tecrîdê rê û rêbaza têkoşîna nû pêş bixin. Em ê vê tecrîdê bi tekoşînê bişkînin. Em ê vê desthilatdariyê bi têkoşînê bişînin. Em ê çanda xwe û zimanê xwe biparêzin û bidin jiyandin.”