Li Dêrsimê xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 14:28 27 Gulan 2022
  • |
img
DÊRSIM – Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku TUGVA’yê protesto kiribûn ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê bi hêceta “hûn çalakiyan dikin” ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Xwednekaran duh bi meşekê xwendekarên ku di bin navê “Genç Ofîs” û “Gençlik Merkezî-Navenda Ciwanan” ji Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) protesto kiribûn. Vê sibehê polîsan bi wesayîtên zirxî zanîngehê dorpêç kirin. Polîsan xwendekarên ku li hewşa zanîngehê govend digerandin binçav kirin. Polîsan ji xwendekaran re got, “Govendê negerînin. Hûn bi govendê çalakiyê dikin” û xwestin ciwan belav bibin. Xwendekaran bertek nîşanî polîsan da. Polîsan li xwendekaran da û hin xwendekar kirin binçavan. 
 
Hat zanîn ku heta niha polîsan 5 xwendekaran kiriye binçavan û birine Midûriyeta Polîsan a Dêrsimê.