Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin

  • ciwan
  • 17:08 30 Hezîran 2022
  • |
img
ÎZMÎR – Ciwanan bi lêv kir ku girtiyên nexweş bi zanebûn terkî mirinê tên kirin û li pêş Edliyeya Îzmîrê çalakiya bi darbest li dar xistin. 
 
Înîsiyatîfa Xwendekaran Azad a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Edliyeya Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Bibin dengê zindanan” vekir û her tim dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Li derve li hundir zindanan perçe bike” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin. Ciwan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin, bi tabûtan hatin pêş edliyeyê. 
 
‘ŞANSEKÎ ME YÊ KU EM BÊDENG BIBIN NÎNE’
 
Endamê înîsiyatîfê Mûrat Boztaş bi lêv kir ku binpêkirinên li girtîgehan, zext, îşkence, gef xwarin û mirin weke serdema 12’ê Îlonê ne û wiha got: “Dayikên me yên di Nobeta Edaletê de ne nikarin muxatabê xwe bibînin. Êdî şensê me nîne ku em bêdeng bibin. Em baş dizanin ku yên li ber çavan girtiyan ber bi mirinê ve dehf didin û kesên bi zîhniyeta qetlîamker êşkenceyê li girtiyan dikin kî ne.”
 
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’
 
Boztaş, qala girtiyê bi navê Abdulkadîr Aksû ku hefteya borî dayika wî jiyana xwe ji dest da kir û got: “Daxwaza dawî ya dayika wî, beriya mirinê dîtina kurê xwe bû. Di encamê de beriya ku xwesteka wê ya dawî pêk were jiyana xwe ji dest da. Bêguman wê dawî li vê zilmê were û piştre dê hesab ji we bê pirsîn. Em li ber edliyeya ku ji hemû bêhiqûqî, neheqî, êşkence û komkujiyê berpirs e ne. Em bi tabûteke bi xwîn hatin vê derê. Em ji bo hesabê hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin bipirsin û terkî mirine hatine kirin li vê derê ne. Zordariya Saziya Tiba Edlî her roj dewam dike û ji bo girtiyên nikarin li girtîgehê bimînin rapora ‘dikare bimîne’ tê dayîn. Eşkere ye ku ev yek hevkariya vê zilmê ye. Kuştina li ber çavan e. Darbestên gelek girtiyan ji girtîgehan derketin. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye û ev îşkence, tacîz, zext û mirin encama vê tecrîdê ye. Diyar e ku heta tecrîd neyê şikandin wê pirsgirêk berdewam bikin. Em vê sîstema li ser bingeha hilweşandinê red dikin.”
 
Boztaş, destnîşan kir ku wê li dijî van polîtîkayan têbikoşin û diyar kir ku wê li dijî neheqî û bêhiqûqiyê teslîm nabin û wê tecrîdê bişikînin.