Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin

  • ciwan
  • 09:06 1 Tîrmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, dê tûrnûvaya fûtbolê ya îsal ji bo bîranîna Kemal Kûrkût li dar bixe. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinan çalakiyên cur bi cur li dar dixe. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê îsal bi dirûşmeya "Tu jî golekê bavêje tiryakê" tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Meclisa Ciwanan dê tûrnûvaya îsal li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixe ku di Newroza 2017'an de li Amedê polîsan ew qetil kiribû. Tîmên ku tev li tûrnûvayê bibin dê karibin heya 5'ê Tîrmehê serî li Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê bidin. 
 
Endama Meclisa Xwendekaran a Demokratk ku pêkhateyeke Meclisa Ciwanan a HDP a Stenbolê Nazligul Çamûr bibîr xist ku ji zû de ye bi dirûşma "em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayekê bi rê ve dibin. Çamûr diyar kir kudi çaçroveya vê kampanyayê de ew û ciwanan li hev kom dibin û xebatine cur bi cur dikin û tûrnûvaya ku par di çarçoveya kampanyayê de li ser navê Denîz Poyrazê çêkiribûn bibîr xist. Çamûr got: "Gelek kes tev lê bûn. Di vê kampanyayê de wate û hîsiyata Denîz Poyrazê hebû. Dayika Fehîme gotibû, 'Denîzek diçe hezar Denîz tên.' Ev yek bandorek mezin li ser xebata me kir. Di wan xebatan de em hemû bûn Denîz û herikîn qadan." 
 
Çamûr anî ziman ku wate û armanceke vê tûrnûvaya ku dê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin heye û wiha got: "Bi tiryakê û fuhûşê ciwan ji cewhera xwe tên dûrxistin. Em jî dixwazin feraseta ciwanan a serî ditewînin bişikînin. Em dixwazin em ciwanine xwedî vîn û serî natewînin biafirînin." 
 
FÛTBOLA ALTERNATÎF
 
Çamûr bilêv kir ku desthilat bi çand, huner û fûtbola ku li gor xwe dîzayn kiriye dixwaze civakê têxe bin serweriya xwe û wiha pêde çû: "Bi rastî jî vê yekê dike. Lê armanca me li hemberî feraseta fûtbola desthilatê, em feraseta xwe ya fûtbola alternatîf biafirînin û bidomînin. Em dixwazin nîşan bidin ku fûtbol bê çawa ji tahdeyê, ji zayendparêziyê tê dûrxistin û bi awayekî komunî û nezayendparêzî çawa tê lîstin." 
 
'LI HEMBERÎ FÛTBOLA NÊRZA BER BI QADA FÛTBOLÊ VE'
 
Çamûr destnîşan kir ku fûtbol di destê desthilatê de bi aliyê zayendparêze tê berbiçavkirin û wiha axivî: "Em jin dixwazin vê ferasetê bişikînin. Lewma dê di fûtbolê de hem komên me yên 'tevlihev' heb9in hem jî dê komên me yên jinan hebin. Em dixwazin nîşan bidin ku fûtbol tenê ne di tekela mêran de ye, jin jî dikarin bi fûtbolê bilîzin û ev feraseta zayendparêz dikare bê şikandin. Bi vê munasebetê em hemû jinên ciwan vedixwînin tûrnûvaya li ser navê Kemal Kûrkût." 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Adem Yildiz jî destnîşan kir ku fûtbol divê ne bi feraseteke tekelparêz bi feraseteke civakî bê nirxandin. Yildiz diyar kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê li hemberî ciwanan polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin û li hemberî vê jiyaneke alternatîf divê. Yildiz wiha domand: "Ciwan daxilî nava pençikên vî şerê taybet tên kirin. Desthilat dixwaze ciwanan ji rastiya wan, çanda wan, zimanê wan ûrasteqîniya civakiya wan dûr bixe û wan têxe bin tekela xwe. Tevahiya netewdewletan dixwazin ciwanan ji cewhera wan qut bikin û wan têxin bin tekela xwe. Li herêmê ciwan ji çanda wan tên dûrxistin û daxilî nava fuhûş û tiryakê tên kirin." 
 
'HER GOLEK BILA ŞELMAQEK BE'
 
Yildiz anî ziman ku nayê qebûlkirin ku fûtbol di destê sermayedaran de di zayendparêziyê de bê asêkirin û got: "Lewma bangawaziya me ji bo ciwanan e ku bila her kes li dijî kesên fûtbolê di zayendparêziyê de asê dikin tîma xwe ava bike. Her gola ku tê avêtin bila bibe şelmaqek û li van tekelparêzan û feraseta tekparêz bikeve." 
 
MA / Dogan Kaynak