Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin

  • ciwan
  • 12:20 4 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Ciwanên beşdarî kongreya HDP’ê bûn diyar kirin ku ew ê destûrê nedin girtina partiya xwe û gotin: “HDP hêvî ye. Em bi hêviyê li ser pêya disekinin. Serkeftin wê ya me be.” 

 
HDP’ê duh li Enqereyê kongreya xwe ya mezin a 5’emîn li dar xist. Bi deh hezaran kes tev li bûn. Beşdariya ciwanan jî mohra xwe li kongreyê da û peyama ew ê li dijî zextên îktidarê li ber xwe bidin dan. 
 
HDP HÊVIYA CIWANAN E 
 
Muhammet Kutluay ê ji Stenbolê tev li kongreyê bû da zanîn ku hêvî û siberoja ciwanan HDP ye û got: “Em ji bo siberoja xwe li vir in. Em ê nehêlin ku AKP-MHP partiya me HDP’ê bigire. HDP hêvî ye. Em bi hêviyê li ser pêya ne. Em bi vê dirûşmê hatin vir. Serkeftin wê ya me be.” 
 
‘BÊ HDP ÇARESERÎ NABE’ 
 
Devran Can Gurhan jî diyar kir ku ji bo ew tevî hemû zextan jî peyama berxwedanê bide beşdarî kongreyê bûye û got: “HDP çareserî ye. HDP nebe, çareserî jî nabe.” 
 
DAXWAZA PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKΠ
 
Şîrvan ê ji Stenbolê tev li kongreyê bû jî destnîşan kir ku ji bo ew daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî qîr bike beşdarî kongreyê bûye û got: “Em ji bo ziman û hebûna li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin.” 
 
Azad ê ji Wanê hat kongreyê jî anî ziman ku ew ji bo azadiya ziman û daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe tev li kongreyê bûye û divê ew ji bo azadiya xwe û zimanê xwe destekê bidin HDP’ê û divê bi milyonan gelê kurd êdî bi zimanê xwe biaxive. Azad bertek nîşanî şerê li başûrê Kurdistanê û êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê da û divê dawî li zilma li Kurdistanê were. 
 
‘ÇARESERÎ HDP YE’ 
 
Feyyaz Çanak jî ku ji tevgera bêwargehan ji Stenbolê tev li kongreyê bû anî ziman ku ew wek ciwanan çareseriyê di HDP’ê de dibînin û ew bi bawerin wê têkoşîna wan bi ser bikeve. 
 
HÊRSA GELÊN BINDEST 
 
Ciwanê bi navê Muslum ê ji Eskîşehîrê jî beşdarî kongreyê bû ew li dijî her cure êrişên li ser HDP’ê tev li kongreyê bûne û ew hêrsa gelên bindest in û ew bi HDP’ê dikarin rizgariya gelan pêk bînin. 
 
Sînem a ji Eskîşehîrê tev li kongreyê bû jî da zanîn ku ew ji bo azadiya xwe beşdarî kongreyê bûne û ew ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.