5 ciwanên HDP’î hatin girtin

  • ciwan
  • 23:14 1 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - 5 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku ji ber çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê yên tev li bûbûn hatibûn binçavkirin hatin girtin, 7 jî jê hatin berdan. 
 
Polîsan di 29’ê tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de li Stenbolê bi ser malên endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên wê de girtibûn. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatibûn şikandin û endamê Meclîsa HDP’ê Lîvan Orman, Hevserokê HDP’a Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclisa Ciwanan Arjîn Emektar, Ahmet Bayazit, Roj Merdîn Bor, Adem Ayata, Mehmet Salih Dîkmen û Îsmaîl Toptamûr hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirinê ya 8 binçavkiriyan ji bo 4 rojan hatibû dirêjkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li Wan û Muglayê jî 4 kes hatibûn binçavkirin. 
 
ÎFADEYA 4 KESAN BI SEGBÎSÊ HATE WERGIRTIN
 
Polîsan duh bi şev li miduriyeta polîsan dest bi îfade wergirtina 8 kesên li Stenbolê binçav kiribûn kirin. Hate hînbûn ku ji ber xebatên siyasî û tapeyên telefonan ciwan bi “endamtiya rêxistinê” hatine sûcdarkirin. Piştî bi dawîbûna kirariyên îfadeyan, 8 kes sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. 4 kesên ku li Wan û Mûglayê jî bi SEGBÎS’ê îfade dan dozgeriyê. 
 
7 KES HATIN BERDAN
 
Piştî îfade wergirtina dozgeriyê Ahmet Ayata, Orhan Ozonur, Dundar Guven bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî, Ahmet Bayazit, Arjîn Emektar, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mazlûm Buyukkaya, Mehmet Salîh Karatay, Mehmet Salîh Dîkmen, Roj Merdîn Bor û Savaş Goktur bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin. 
 
Dadgehê piştî darizandinê Ahmet Bayazit, Îsmaîl Toptamûr, Lîvan Orman, Mehmet Salîh Karatay, Mehmet Salîh Dîkmen girtin û kesên din berdan.