Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin

  • ciwan
  • 23:51 3 Tebax 2022
  • |
img

EDENE - Di nîv fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edeneyê li dar dixe de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin.

Nîv fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê bi dirûşmeya “Tu jî golekê biavêje bendewariyê” daye destpêkirin, bi maçên îro hate leyîstin. Li qadeke ku li Taxa Şakîrpaşa ya girêdayî navçeya Seyhana Edeneyê, tîmên “Dostlar-Hurriyet Spor” û “Zagros-Mamxuran Gençlîk” hatin hemberî hev.

Tîman li qada fûtbolê pankarta “Em qirkirina êzidiyan ji bîr nakin, şermezar dikin” vekirin û Komkujiya Êzidiyan şermezar kirin.  Tîmên ku bi serketin bûn tîmên “Dostlar” û “Zagros” û wê maça fînalê di 6’ê tebaxê de were leyîstin.