Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin

  • ciwan
  • 21:11 11 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût ku Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Înisiyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê li dar dixist, ji ber polîsan tesîsên sporê dan girtin nehate kirin. 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê û Înisiyatîfa Xwendekarên Azad bi dirûşmeya “Tu jî golekê biavêje hişbirê” ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleya polîsan hate qetilkirin tûrnûvayeke fûtbolê li dar xist. Tûrnûvaya ku li Enqereyê jî dihat lidarxistin, ji ber polîsan tesîsa sporê dan girtin, nehate kirin. Ciwanên kut ev li tûrnûvayê bûn û endam û rêveberên HDP’ê yên li pêş avahiya HDP’a Mamakê hatin gelhev daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî pergala ku hiş dibire ciwanên azad û birêxistinkirî” û “Kemal Kûrkût nemir e! Em te ji bîr nakin” hatin vekirin û dirûşmeyên “Kemal Kûrkût nemir e” û “Bijî berxwedana ciwanan” dirûşm hatin berzkirin. 
 
‘EM QEDEXEYAN NAS NAKIN’
 
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ku di daxuyaniyê de axivî, bi bîr xist ku turnuva beriya niha jî hate astengkirin û wiha got: “Me weke jin, ciwan, zilam li gelek cihan tûrnûva amadekirin lê ew der jî qedexe kirin. Me îro xwest li vir tûrnûvayeke fûtbolê li dar bixin lê weke her carê ew der jî girtin û destûr nedan me. Gotin ‘ew der girtî ye hûn nikarin bilîzin’ Her qada futbolê ku em diçin beriya me diçin û digirin.”
 
Sînemîllîoglû, anî ziman ku wê li zextên tên kirin serî netewînin û wiha berdewam kir: “Em ê li cihê ku we teng kiriye, li dijî tunehesibandina we bibin yek û hebûna xwe bidomînin. Hûn nikarine me. Em ê gotina xwe li her derê bibêjin û em ê her hebin. Em qedexeyên we nas nakin. Hûn ê biçin em ê bimînin. Ji ber ku em li pey edaletê ne û em aştiyê dixwazin.”