Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin

  • ciwan
  • 16:05 10 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Xwendekarên ODTU’yê bi mebesta şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye, dewleta kujer dê hesabê bide” daliqand. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) bi mebesta protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, pankart daliqand. Xwendekaran, êrişên bi çekên kîmyewî bi daliqandina pankarta “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye, dewleta kujer dê hesabê bide” protesto kirin.