'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'

  • ciwan
  • 09:04 23 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku li dij, tiryakê bang li ciwanan kir, got: "Gava ciwan bên cem hev û li dijî tiryakê serwext bibin û bi çand û dîroka xwe zanibin dê vê pergalê birûxînin."
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kampanyaya "Em tiryakê ji holê rakin, jiyanê ava bikin" a li dijî fuhûş û tiryakê ku dewletê ew wekî "polîtîkaya şerê taybet" xistiye dewrê, didomîne. Meclisa Ciwanan heya niha di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyên serwextkirinê li dar xistine. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dîlara Taşdemîr û Farûk Bîçer, têkildarî polîtîkayên desthilatê yên li dijî ciwanan û têkoşîna ciwanên rêxistinbûyî axivîn. 
 
Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dîlara Taşdemîrê bal kişand ser sedemên kampanyaya ku di îlona 2021'ê de dabûn destpêkirin û got ku desthilat polîtîkayeke ku ciwanan dejenere dike, wan dike sîxur û asîmle dike dide meşandin. Taşdemîr wiha axivî: "Me ev kampanya li dijî vê rastiya desthilatê da destpêkirin. Li Kurdistanê ji zû de ye polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Bi qasî Kurdistanê, li metrepolên Tirkiyeyê jî polîtîkayên şerê taybet didomin." 
 
'XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNIN'
 
Taşdemîrê bilêv kir ku wan soz daye gel ku dê ciwanan ji nav lepên tiryakê rizgar bikin û got ku dê her tim li cem ciwanan bin. Taşdemîr axaftina xwe wiha domand: "Malên me tim bi kamerayan tên şopandin. Desthilata ku ji çûkên difirin jî haydar e, lê haya wê ji tiryakê tune ye. Li kuçe û kolanan notirvan digerin, wesayîtên zirxî diçin û tên. Lê dîsa jî tiryak li kuçe û kolanan tê firotin. Mirov dikare vê bi tiştekî rave bike. Ew jî, esker û polîs xwe li nedîtinê datînin." 
 
XEBATÊN KAMPANYAYÊ
 
Bi domdarî Taşdemîr li ser xebatên di çarçoveya kampanyayê de jî sekinî û wiha got: "Em diçin cem malbatan, em tûrnûvayên fûtbolê li dar dixin, em sînevîzyon û stand-ûpan li dar dixin. Em bi xebat û çalakiyên bi vî rengî ciwanan tînin cem hev, wan nas dikin û em li ser tiryakê bi wan re diaxivin û hewl didin wan ji vê dafikê xelas bikin. Te dît dibêjin, 'Gava mirovek ketibe bîrê, tenê tayek porê wî/ê jî paqij mabe, em ê wê/î ji wir rizgar bikin.' Aramnca me ev e." 
 
'PÊŞENGIYA JINAN'
 
Di berdewamê de Taşdemîrê destnîşan kir ku ên pêşengiya têkoşîna li dijî tiryakê dikin jin in û ev tişt anî ziman: "Jinên ciwan hedef tên girtin. Jinên ciwan ber bi jiyaneke dejenere ve tên birêkirin. Em jinên ciwan jî li dijî vê jiyana dejenrebûyî, sîxuriyê û asîmlekirî serî natweînin û em ê li ber xwe bidin." 
 
Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê Farûk Bîçer jî da zanîn ku li cem piştgiriya civakî ya ji bo ciwanên ketine dafika tiryakê ew wan bêheq derman jî dikin û wiha got: "Pergaleke ku ciwanan tune dike heye. Ên vê pergalê birûxînin jî dê ciwan bin. Lewma desthilat ji ciwanan ditirse." 
 
'CIWAN DÊ VÊ DESTHILATÊ BIRÛXÎNIN'
 
Bîçer bilêv kir ku desthilat bi vê tirsê berê xwe dide ciwanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewletê hin çalakiyên me asteng kirin. Lê gava ciwan bên cem hev û li dijî tiryakê serwext bibin û bi çand û dîroka xwe zanibin dê vê pergalê birûxînin. Lewma desthilat naxwaze ciwan bên cem hev. Ciwanan asîmle dike. Lewma li dijî vê dejenrebûnê em bang li hemû ciwanan dikin ku di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de xwe birêxistin bikin û vê têkoşînê xurttir bikin."