Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin

  • ciwan
  • 11:47 26 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag diyar kir ku wê rêveberiya ciwanan ava bikin û got: “Em ê îktidara AKP-MHP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin.” 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî konferansên xwe ku li Amed û Stenbolê li dar xist, civîna xwe ya ewil li Navenda Giştî ya partiyê li dar xistin. Meclisa Ciwanan dê di civînê de konferansên li dar xistin binirxînin û bernameya rêzeçalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zelal bikin. Meclisa Ciwanan her wiha dê rojeva hilbijartinê jî binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag di destpêka civînê de axivî û bi bîr xist ku ew ê di civînê de li ser nexşerêya xwe ya siberojê nîqaşan bikin. Dag da zanîn ku wan beriya niha bi demek kin li Amed, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr, Riha û Mûşê konferansa ciwanan li dar xistine û ew ê li ser dê li dijî faşîzma heyî çawa têbikoşin û nexşerêyêk çawa derxin baxivin. 
 
 ‘ÇAVKANIYA ŞERÊ TAYBET TECRÎD E’ 
 
Dag destnîşan kir ku wan di konferansên xwe de ji feqîriyê heta bêkariyê ji polîtîkayên şerê taybet heta tecrîda hatiye girankirin pirsgirêkên li welat axivîne û got: “Di binê her cure pirsgirêkên li welat de û di binê polîtîkayên şerê taybet de tecrîda girînkiarî ya li Îmraliyê heye. Hemû pirsgirêk çavkaniya xwe ji tecrîdê digirin.” 
 
‘EM Ê RÊVEBERIYA CIWANAN AVA BIKIN’ 
 
Dag diyar kir ku anî ziman ku hêza ku wê hilbijartina 2023’yan biguherîne ciwan û jin in û wiha axivî: “Nêzî 6 milyon ciwan dê cara ewilî dengê xwe bikar bînin. Em wek Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku wek pêkhateyek di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, soza vê yekê didin ku çi dibe bila bibe, em ê tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin û em ê hemû bi hev re rêveberiyek ku ciwan kirdeya wê ne ava bikin. Wê ciwan çarenûsa vî welatî diyar bikin. Wê ciwan çarenûsa hilbijartinê diyar bikin. Wê ciwan li dijî hejarî, bêkarî, bêparhiştina ji perwerdehiya zimanê zikmakî, li dijî tiryakê, li dijî girtin û binçavkirin û ferzkirinên sixuriyê û sepanên şerê taybet û her wiha li dijî AKP-MHP’ê biçin hilbijartinê. 
 
BANGA BO CIWANAN
 
Em li vir bang li ciwanan dikin ku qeydên xwe çêkin û xwedî li dengên xwe derkevin. Ji bo ku ciwan bi hêsanî xwe bigihînin sindoqan em ê kampanya bidin destpêkirin. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê bişînin ser sergo. Divê her kes viya baş bizanibe îktidar û hikumeta nû wê bibe ya ciwanan. Hikûmet wê bibe hikûmeta ku em ê diyar bikin. Ciwan ber bi hilbijartinê ve rêxistinbûyîna xwe didin nîşandan û em ê vê rêxistinê bidin der. Heta ku faşîzm têk biçe, têkoşîn dê dê bidome. Ciwan wek lehiyê tên û wê we ji wan qesran biqewirînin. Ciwan tên ku rêveberiya xwe ava bikin. 
 
AVAKIRINA WELATEK AZAD 
 
Em viya baş dizanin ku encam çi dibe bila bibe wê dawiya wê bi heybet be. Teqez em ê bi ser bikevin. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û hemû bi hev re welatek azad ava bikin. Serkeftin a me ye.” 
Piştî daxuyaniya Dag, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.