Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e

  • ciwan
  • 15:39 1 Sibat 2023
  • |
img
WAN - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî ku bi ciwanan re hate gelhev, diyar kir ku ji bo ji krîzê derkevin berpirsyartî dikeve ser milê herkesê û wiha got: “Guhertina vê pergalê pêkan e.”
 
Wan Yüzüncü Yıl Üniversitesi Bilim Antropoloji Sanat ve Kültür Derneği
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li Komeleya Çand Huner Antropolojî û Zanîstê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê bi ciwanan re civiya. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk ên Bajêr û rêveberên HDP’ê jî bi Temellî re beşdarî civînê bûn. Îsmaîl Hakki Tuncer ê li ser navê ciwanan axivî, diyar kir ku ji serdanê gelek keyfxweş in. Tûncer, destnîşan kir ku di hilbijartinên pêş de rola ciwanan gelek girîng e û wiha got: “Di hilbijartinê de hêza pêşketî ciwan in. Em ê piştgiriyê bidin partiya xwe.”
 
Sezaî Temelli yê bi ciwanan re sohbet kir, diyar kir ku ji ber bi ciwanan re hatiye gelhev bi kelecan e. Temellî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzeke pir alî heye û wiha got: “Tu kes formula derketina ji vê krîza siyasî nizane û tu kes xwedî formuleke ku vê hilweşînê rawestîne nîne. Tenê formula me heye. Yekane tişta ku vê krîzê biqedîne paradîgmaya HDP'ê ye. Ev paradîgma fikreke ku têra çareserkirina krîza tevahiya herêmê dike.”
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Temelli, destnîşan kir ku ji bo bi hêvî li pêşerojê binêrin divê tecrîd bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Divê mirov bi tecrîdê dest pê bike. Şikandina vê gelek girîng e. Divê li dijî vê pergala zilmê li dijî tecrîdê mirov têbikoşe. Berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan û pêkane ku em vê pergalê biguherînin. Em dizanin ku em ê vê çawa bikin.”
 
HILBIJARTIN 
 
Temellî, qala girîngiya hilbijartinên pêşiya me kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em neçarin vê têkoşînê mezin bikin û bidomînin. Di vê astê de ciwan gelek girîng in. Ciwan berî her tiştî siyaseta ku statukoyê qebûl nekene ne û hêza guhertina pergalê hildigire ye. Ji ber vê jî pir girîng in.”
 
Temellî bi bîr xist ku budçe şûna ciwanan ji şer re hate veqetandin û destnîşan kir ku veqedantina budçeyê ya ji bo şer ji bo ciwanan soza mirinê ye. 
 
Civîn bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.