Li Kadikoyê forûma ciwanan: Divê em atmosfera nefretê ji holê rakin

  • ciwan
  • 14:13 23 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Di forûma ciwanan a Partiya Çepên Kesk li Moda Sahneyê li dar xist de hate diyarkirin ku desthilatê ji ciwanan re kavilek hiştiye û îşaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û ev peyam hate dayîn: “Divê em vê atmosfera nefretê ji holê rakin.”
 
Platforma Dê Ciwan Hilweşînin li Moda Sahne ya li navçeya Kadikoy a Stenbolê forûm hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Herêma 3’yemîn ê Stenbolê Kerem Firtina tev li forûmê bûn. Ciwanên zanîngehê eleqeyeke zêde nîşanî forûmê dan. Di eywana Moda Sahne ya li forûm lê hate kirin de pankarta “Ciwan wê di vê Gulanê de hilweşînin, haydê ber bi 1’ê Gulanê ve” hate daliqandin. 
 
‘DESTHILATÊ JI CIWANAN RE KAVIL HIŞT’ 
 
Mûsa Pîroglû, anî ziman ku di dema desthilata AKP’ê de hemû destkeftî ji holê rabûn û wiha got: “Desthilatê ji ciwanan re kavil hişt. Pergaleke di navbera du lêvên rêveberiyê de ye heye.”
 
PÊŞEROJ JI HOLÊ HATE RAKIRIN
 
Pîroglû, anî ziman ku li Tirkiyeyê hemû zanîngeh hatine têk birin û wiha got: “Pêşeroj ji holê hate rakirin. Ji ciwanan re qada jiyanê nehate hiştin. Şertên jiyanê hatin tekbirin. Mirov nikarin bêhnê bistînin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartineke ku ciwan biryar bidin. Li dijî desthilatê bertek heye. Divê ev bertek bê organîze kirin. Em neçar in ji vê dojeha li me ferz dikin derkevin.”
 
TIRKIYE WELATÊ BÊÇARESERIYAN E
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Kerem Firtina jî destnîşan kir ku divê guhertin ji mirov bi xwe dest pê bike û ev tişt gotin: “Tirkiye welatekî bêçareseriyan e, ez li welatekî bêçareseriyan mezin bûm. Me li welatê xwe pirsgirêkeke qedîm nixumand û anîn van rojan. Em li dijî xerabiya Tayyîp Erdogan difetisin, sedemê vê rejîma beriya Tayyîp Erdogan e, ev pergal ji pergala yekperest pir dûr nîne. Tenê pêkanîn hatin guhertin.”
 
‘PÊDIVIYA MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK’ 
 
Firtina, axaftinên xwe wiha domandin: “Em partiyeke ku dibêjin bi hev re biguherînin dikare bêguhertin. Tu tişt xwe bi xwe nayê guhertin. Karê me yê herî girîng 14’ê gulanê ye. Piştî ku Tayyîp Erdogan ket kar xelas nabe. Dê di sibeya 15’ê Gulanê baxçeyên gulan nebe. Em yên mafdar in li dijî hatina bi vî halî ya li welat mirovên çareseriyê diafirînin. Nefret tu caran ji me re lazim nebûye. Em jiyana xwe ya bi hev re bidomînin. Di peşiya me de rêyeke dirêj heye. Pêdiviya me bi makeqanûneke demokratîk heye. Di bingeha hemû pirsgirêkan de ev heye. Têkçûna rejîma Tayyîp Erdogan wê me pêş ve nebe. Wê dîsa me bibe pergala sedsalan em giliyan jê dikin. Divê em pêş ve biçin. Heta ku makeqanûneke demokratîk neyê çêkirin wê rêya faşîzmê bidome. Ji ber wê em qala girîngiya hejmara parlamenterên Partiya Çepên Kesk dikin.
 
BERPIRSYARTIYA CIWANAN HEYE
 
Rakirina atmosfera dijberiyê ya Tayîp Erdogan avakiriye dikeve berê ciwanan. Weke ciwanan beriya her tiştî berpirsyariyeke me heye. Em mecbûr in ku helwesta xwe biguherînin. Divê em vê atmosfera nefretê ji holê rakin.”