Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir

  • ciwan
  • 20:03 30 Nîsan 2023
  • |
img
ÊLIH – Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Êlihê bi meşekê polîtîkayên çewisandinê yên detshilatê şermezar kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk, li Êlihê li dijî binçavkirin û girtinên vê dawiyê meşek li dar xist û belavok belav kirin. Meşa ciwanan bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir, Meclisa Dayikên Aştiyê û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan û DBP'ê ên bajêr hat idarxistin. Ciwanan di meşê de belavok belav kirin. 
 
Meş li Kolana Gulîstan û Kolana Diyarbekirê hat lidarxistin. Di dema meşê de tim dirûşme hatin berzkirin. Ciwanan di seranserê meşê de bi dikandaran û welatiyan re sohbet kir û bang kirin ku her kes li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatê tevbigere. Meş li ber buroya hilbijartinê ya li Taxa Bahçelîevlerê bi dawî bû.