Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 09:49 1 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Şeş endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîr hatin binçavkirin. 
 
Şeş endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê şevê din li navçeya Menemenê hatin binçavkirin. Polîsan pêşî li ber wesayîta ku Ugur Yildiz, Mûstafa Yalçin, Emre Yalçin û Harun Yakaç lê siwarî bûn girtin û ciwan binçav kirin. Abdurrahîm Kaymaz û Ozkan Çakal jî li Menemenê di encama serdegirtina kargehê de hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinê de pacên kargehê hatin şikandin. 
 
Nehat zanîn bê ka ciwan çima hatine binçavkirin û hat ragihandin ku niha li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê tên ragirtin.