Karkerên Agrobayê ku ji ber endambûna Sendîkaya Tarim-Senê ji kar hatibûn derxistin, ragihandin ku mûçeyên wan ên meha tebaxê û destûra wan a salane hatine dayîn.
Qeyûmê Şaredariya Êlihê, beriya hilbijartinê Navenda Jinê ya Selîsê salane bi hezar û 500 lîreyî bi kirê da Serokatiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî.
Karkerê bi navê Muhammet Korkut ku li kana madenê ya qaçax a li navçeya Kîlîmliyê dixebitî, di navbera vagon û vînçê de ma û jiyana xwe ji dest da.
Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Omer Şahîn got ku ew Roja Şanoyê ya Cîhanê bi qedexeyan pêşwazî dikin û wiha got: “Ev qedexe, polîtîk in. Li dijî van qedexeyan jî berxwedaneke dîrokî tê raberkirin.”
Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê bi sernavê “Ji bo mafên mirovan hêza mîzahê” li Stenbolê 1’emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî li dar bixe.
Çand MA, bi tevlêbûna gelek welatiyan û stranên Newrozê hate vekirin.