Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne! 2022-05-24 09:39:33 AMED - Pirtûka "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn, ji Weşanxaneya Aryen derket. Ehmed Tekîn, di encama xebata 30 salan û lêkolîna bi hezaran materyalan de pirtûka xwe amade kir û hêviya wî ew e ku ev berhem ji bo parastina folklora kurdî bibe deriyek. Weşanxaneya Aryen, berhemên nû digihîjîne ber destên xwînerên xwe. Weşanxaneya ku heya niha gelek berhemên zindaniyan çap kiriye niha jî pirtûka bi navê "Çand û Folklora Kurdî" ya Ehmed Tekîn ê zindanî derxist. Pirtûka Ehmed Tekîn, di şert û mercên dijwar û kêmderfetî yên zindanê de encama daneheveke teorîk û pratîk a salan e. Çanda kurdî bi têkoşîna azadî û berxwedanê watedar dibe. Yek ji wan berxwedêrê ku di nava têkoşîna azadiyê de hem li derve hem jî li zindanê vê watedar dike Ehmed Tekîn e û bi vê berhemê balê dikêşe vê rastiyê. Di derbarê pêvajoya nivîsandina pirtûkê de wiha dibêje:    "Min bi hêza xwe xwest ku ez di derbarê çand, folklor, huner û dîroka kurd û Kurdistanê de wek xwedî zanînekê agahiyekê bidime. Lê 28-30 salî min li ser vê çandê kêkolîn-lêgerîn kir, min bi qasî 2500 pirtûk, hewqas jî kovar û her roj jî rojname bi taybet quncikê çand, rûpelên dîrokê xwendin. Belgeyên bi kurdî, belgeyên ku min dixwestin, min pir kêm bi dest xistin. Lê her çiqas min nedît jî, lêgerîna van pirsan li min zêde bû hêrs û min daxwaza dîtina bersiva van pirsan kir û min xwe mecbûrî lêgerînê dît."   GIRTÎ BI BERHEVKARIYÊ FOLKLORA KURDÎ DIPARÊZIN   Li girtîgehên Tirkiyeyê heya sala 2001-2002'yan, girtiyan dikaribûn teyip û kasetan peyda bikin. Ehmed Tekîn jî ji berhemên ku di vê demê de dane hev sûd wergirtiye û piştî 30 salan di vê pirtûke de cih daye wan. Zekî Kayar ku ew jî bi dehsalan e zindanî ye û gelek berhem hilberandiye di pêşgotina pirtûkê de wiha dibêje:    “Guman tune ye ku ji ber mercên xwezayî, civakî û erdnîgarî folklora her gelî bi qasî ya hev ne dewlemend e. Her wiha bi qasî hev ne resen in û ne otantîk in jî. Ji ber ku di nav gelên Mezopotamyayê de, gelê kurd jî, gelekî pir qedîm e, bi xwezayî folklora kurdan jî pir dewlemend e, kevn e û xweser e. Lê wek gelek nirxên me yên din ên madî-manewî, ev nirxa me ya hêja û wek zêr bi nirx jî hêj baş nehatiye lêkolînkirin. Helbet hinek xebat çêbûne, lê li gorî dewlemendî, kûrahî û berfirehiya zargotina kurdî pir hindik in. Hevalê Ehmed Tekîn jî bi salan e milê xwe daye ber vî karê hêja û xebateke berhemdar dike ji bo mayindekirin û parastina folklora kurdî…”   Di pirtûkê de, di bin serenavê têgehên çandnasiyê, dîroka inyat û nefretê, bandora Îslamê li ser çandê, zimanê çandînas, civak û çanda xweparastinê, ol û amûrên muzîkê, dîwanxane, motîfên helbesta kurdî, hunera dengbêjiyê û gelek serenavên din de folklora kurdî bi gelek hêlan tê nîqaşkirin.   “Keda şoreşgerî, pîvan û gava yekem civakbûn û kombûna mirovan e. Bi teqezî di serdema kevin de jî kurd hebûn, lê ne kurdên xwe bûn, wek kurdên xelkê bûn, koleyên serdestan bûn, bi destên zordestan dihatin birêvebirin, notirvan, qerewîl û zerebanê deriyê xelkê bûn. Li ser sînoran leşkerên herî zor ên dijminê xwe bûn. Her dem ji hevdû re ‘mêr’ ji dijmin re kole bû! Wekî yekgirtin, yekbûn nedizanîn, xwebûn û xwebûna rûhî tune bû. Yanî bi kinasî mirov bûn, lê ne mirovên xwe bûn!”   Dagirkerî dixwaze her nîşaneyek, berhemeke gelê kurd wenda bike, berovajî bike û ji xwe re bike mal. Ehmed Tekîn bi pirtûka Çand û Folklora Kurdî dixwaze deriyek be jî li ber vê riyê bigire.   EHMED TEKÎN KÎ YE?   Ehmed Tekîn, di 1959’an de li gundê Nîvila ya bi ser navçeya Dihêya Sêrtê ve ji dayik bûye. Di 1965’an de malbata wî koçî Tetwanê kiriye. Piştî dibistana seretayî qedandiye çûye Mêrsînê û li wir di hin karan de xebitiye. Di 1975’an de bi şoreşgeran re têkiliyê dideyne. Gelek caran tê binçavkirin û bi mehan di bin lêpirsînê de dimîne. Di 2003’yan de ji zindanê derdikeve lê di 2004’an de dîsa tê girtin. Cezayê muebbetê didinê. Li zindanê xebatên xwe yên li ser çand, wêje, ziman, folklor û dîroka Kurdistanê didomîne. Zewiciye û bavê pênc zarokan e. Niha li Zindana Bandirmayê ye.   MA / Abdurrahman Gok