Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:03 19 Tebax 2022
  • |
img

ÊLIH - Metîn Guven ê ku 30 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Yozgatê ya Tîpa T'yê de ye, ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nekiriye, dema berdana wî dîsa 3 mehan hatiye taloqkirin.

Taloqkirina berdana girtiyan an jî şewitandina înfaza wan didome. Metîn Guvenê ku 30 sal in girtiye, dema berdana wî cara duduyan hat taloqkirin. Guven ku di sala 1992'yan de li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve cezayê muebbedê lê hatiye birîn, diviyabû di 30'yê Nîsanê de bihata berdan. Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Yozgatê ya Tîpa T'yê ya Hejmara 2'yan pirsa "Tu poşman î?" ji Guven kiriye, lê ji ber ku Guven gotiye "Min tiştekî ku jê poşman bibim nekiriye" dema berdana wî 3 mehên din jî hatiye taloqkirin. 
 
ÎNFAZA WÎ CARDIN HAT ŞEWITANDIN
 
Ji ber ku berdana wî hatiye taloqkirin Guven 30 sal û 2 meh û 20 roj in di girtîgehê de ye. Beriya bê berdan bi 10 rojan heman lijneyê careke din înfaza wî şewitand. Lijneyê di biryara xwe de derpêş kiriye ku xetereya ku hikumxwar careke din sûc bike heye û ji bo pêşxistinê tu hewldanên wî tune ne. 
 
BERÎ BÊ BERDAN BI 10 ROJAN ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN
 
Hat hînbûn ku beriya roja berdana Guven bi 10 rojan înfaza wî cardin hatiye şewitandin. Bi vê re dê Guven 3 mehê din jî di girtîgehê de bimîne. Malbata Guven bertek nîşanî vê biryarê da û destnîşan kir ku ev biryareke kêfî ye. 
 
Bavê Metîn Guven, Abdulvahap Guven anî ziman ku kurê wî 30 sal in bi awayekî bêhiqûqî girtiye û li bendê bûn kurê wî bê berdan lê pê hesiyane ku înfaza wî cardin hatiye şewitandin. Guven destnîşan kir ku cara didoyan poşmanîtî li kurê wî hatiye ferzkirin û got: "Neberdana kesekî 30 salan girtî zilm e. Nexweşîna faranjîtê bi kurê min re heye. Em vê muameleya kêfî qebûl nakin. Keça min Sûdan jî 12 sal in girtiye. Bi salan e li van girtîgehan îşkence heye. Tim cenaze ji girtîgehan dertên. Du rojan li ser hev cenaze ji girtîgehan derketin. Demildest divê ev muameleya dermirovahî ya li zarokên me tê ferzkirin bi dawî bibe."
 
MA / Fethî Balaman