HDP’ê ji bo erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir

img
ENQERE - HDP’ê ji bo xebatên li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî dê li Amed û Edeneyê tev li xebatan bibin. 
 
Li Mereşê bi pileya 7,4 û li Dîlokê jî bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Erdhejê bandoreke mezin li ser Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê kir û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta xebatên li deverên erdhejê, Navenda Koordînasyona Krîzan ava kir. Tevahiya xebatên tên kirin dê li Navenda Giştî bên koordînekirin. 
 
HEVSEROK DIÇIN AMED Û EDENEYÊ 
 
Meşa Gemlîkê ku dê bi mebesta bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro li navçeya Gever a Colemêrgê û navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Ji bo çareseriyê em dimeşin Îmraliyê” bihata lidarxistin, hate taloqkirin. Şandeyên HDP’ê yên li van herêman ber bi deverên erdhejê ve hatin sewqkirin. Di heman demê de şandeya bi pêşengtiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê biçe Amedê û şandeya bi pêşengtiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî dê li Edeneyê tev li xebatan bibe. Rêxistinên bajar û navçeyan ên HDP’ê jî ragihandin ku ji bo cihê mayînê, xwarin, lêgerîn û rizgarkirinê dest bi xebatan kirine.