AFAD: Hezar û 762 kesan jiyana xwe ji dest daye

img

NAVENDA NÛÇEYAN – AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaştiye hezar û 762’yan û ya birîndaran jî gihaştiye 12 hezar û 68 kesan.

Midûrê Giştî yê Kêmkirina Rîskê ya AFAD’ê Prof. Dr. Orhan Tatar, agahiyên dawî yên têkildarî erdhejê belav kirin. Tatar ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaştiye hezar û 762’yan û ya birîndaran jî gihaştiye 12 hezar û 68 kesan.