Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan 2020-12-31 14:40:03 AMED - MEBYA-DER’ê, diyar kir ku di nava salê de, li gelek cihan goristan hatin rûxandin û ligel ku testên DNA’yê lihev hatin jî, cenaze nedan malbatan.”   Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER), di çarçoveya xebatên komeleyê de, rapora  giştî ya sala 2020’an ji raya giştî re aşkere kir. Komeleyê ji bo aşkere kirina raporê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolû daxuyanî da çapemeniyê.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosûn, HDP’î, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên TÛAY-DER’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Sala 2020’an ji bo tevahiya gelên cîhanê pir dijwar derbas bû. Li Tirkiyê û Kurdistanê jî, binpêkirinên mafan, şer û zext zêde bûn. Aborî têk çû û rizandina civakê mezintir bû.”   'LI DIJÎ MALBATAN ÎŞKENCE’   Almas, diyar kir di nava sala 2020’an de, malbatên 84 kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan, serî li komeleya wan dan û wiha bilêv kir: “Ji van malbatan 32 malbatan cenazeyê zarokên xwe girtin. Lê 7 malbat, ligel ku testa wan a DNA’yê hev girtin jî, cenazeyê zarokên wan nedan wan. Ev rewş, li dijî malbatan veguherî îşkenceyeke daîmî.    Almas, anî ziman ku gorên HPG’iyên li gundên Saglik, Kureşa, Şanli û Mîr Alî yên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê diman ji aliyê hêzên eskerî ve di 24’ê Nîsana 2020’an de, hatin rûxandin. Almas, da zanîn ku bi rûxandina goran re malbat jî rastî zext û êrîşan hatin.    CENAZEYÊ AGÎT ÎPEK BI KARGOYÊ ŞANDIN   Almas, bal kişand ser pêkanînên li dijî cenazeyan û wiha pê de çû: “Cenazeyê Agît Îpek ê di sala 2017’an de li Dersimê di şerekê de jiyana xwe ji dest da bû, bi kargoyê di meha Gulana 2020’an de ji dayika wî Halîs Aksoy re şandin. Saziyên dewletê bi vê rêbazê îşkeceyeke bi pergalî li malbatê kir.”   'GORISTAN RÛXANDIN’   Almas, bi bîr xist ku li Gundê Liçok û goma Çemê Alîka yên li gundê Sipinîge, gorên HPG’iyan hatin rûxandin.    PÊKANÎNÊN LI DIJÎ KOMELEYÊ   Almas, diyar kir ku hêzên polîs û eskeran, malbatên serî li wan dan tehdît kirin û wiha rêz kir: “Cenaze û gorên mirovan bi awayekê bêhiqûqî rastî nêzîkatiyên dij exlaqî hatin. Dîsa ji bo cenazeyan tabît û wesayît nehatin dayîn. Di heman demê de destûr nedan ku bikevin cihên mirîşûştinê de û bên şûştin. Gelek malbatan, bêyî ku cenazeyên xwe bişûn defin bikin. Hinekan jî nekarin li ser cenazeyên xwe wacîbeyên olî bi cih bînin.”   'EM Ê LI GEL MALBATAN BIN’   Almas, xwest ku desthilatdarî dest ji van bêhiqûqiyên xwe berde û wiha bi dawî kir: “Em dibêjin ku dest ji van êrîşên xwe  yên li ser cenazeyan berdin. Şert û merc çi dibin bila bibin, emê ligel malbatên tên mexdût kirinbin. Em wan qet bi tenê nehêlin û heya dawiyê emê têkoşîna xwe dewam bikin.”