HRANA'yê bîlançoya 6 rojan a şer parve kir: Hejmara kuştiyan zêde dibe 2026-03-06 12:55:12 NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA’yê rapora 6 rojan a şer parve kir û got ku ji 28’ê Sibatê heta niha 194 jê zarok bi giştî hezar û 168 kes hatine kuştin.    Ajansa Nûçeyan a Aktivîstên Mafên Mirovan (HRANA), rapora xwe ya têkildarî bîlançoya 6 rojên êrişên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê parve kir. Di raporê de hate gotin ku di nava 24 saetan de li 19 eyaletan, di çarçoveya 113 bûyeran de bi giştî 170 êriş hatine tomarkirin. Hate gotin ku di encama êrişan de yek jê zarok 9 sivîl û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne. Di raporê de hate hate daxuyandin ku 29 bûyerên mirin û birîndarkirinan jî di qonaxa lêpirsînê de ne.    HEJMARA KUŞTIYAN HEZAR Û 168 KES DERBAS KIR    HRANA’yê da zanîn ku ji 28’ê Sibatê heta niha di êrişan de hezar û 168 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 194 jê zarok in. Her wiha hate gotin ku 336 bûyerên mirinê jî di qonaxa lêkolînê de ne.    Di raporê de hate destnîşankirin ku di nava 24 saetan de hem baregehên leşkerî hem jî tesîsên sivîl û leşkerî hedef hatine girtin û wiha hate gotin: “Di êrişan de hem tesîsên leşkerî û sivîl hem jî stadyumek hedef hate girtin. Ev cih ne di statuya parastina taybet de ne û tê lêkolînkirin ka cihên leşkerî û sivîlan e yan her du jî bi kar tînin.”