Serfermandarê Artêşa Îsraîlê: Di operasyonê de em derbasî qonaxa nû bûn

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr ragihand ku operasyona Îsraîlê ya li dijî Îranê derbasî qonaxekî nû bûye.

 
Êrişên Îsraîl-DYA’yê li dijî Îranê dabûn destpêkirin ji 28’ê Sibatê heta niha didomin. Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr têkildarî êrişên daxuyanî da. Zamîr di daxuyaniyê de anî ziman ku di qonaxa nû de armanc dikin ku rêveberiya Îranê û kapasîteya leşkerî zêdetir qels bikin.
 
Zamîr ev tişt got: “Di vê qonaxê em ê şiyana rejîmê û leşkerî parçe bikin. Em ê bikevin pê dişminên xwe; em ê bibiryar operasyonan bidomînin.”
 
Herwiha Zamîr anî ziman ku artêşa Îsraîlê di çarçoveya operasyona li dijî komên girêdayî Îran û Hîzbullah a Lubnanê di Lubnanê de pêşve çûye û destnîşan kir ku tevgera artêşa Îsraîlê berfireh bûye.
 
BERJEWENDÎ Û NIRXÊN HEVPAR  
 
Zamîr qala koordînasyona bi DYA’yê re kir û diyar kir ku bi rêbeberiya Washingtonê re her tim di nava perywendiyê de ne û wiha got: “Em li ser esasê berjewendî û nirxên hevpar şer dikin. Em bi hev re têdikoşin, ew dostên rastîn in. Bi saya koordînasyonê em şiyana leşkerî ya rejîmê ji holê radikin û wan qels dikin. Ev hevkariyekî dîrokî ye.”