Êrişî Heşdî Şabiyê hat kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Anbarê di êrişa li dijî kêm çekdar ên girêdayî Heşdî Şabiyê, ji Tevgera Ensarullah Evfiyayê 9 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. 
 
Li herêmên cuda yên Iraqê, êrişên li dijî hêzên Şedî Şabiyê didomin. Li gor nûçeya AFP'ê, li Anbarê baregeha Tevgera Ensarullah Evfiya ya girêdayî heşdî Şabiyê hat bombebarankirin. 
 
Di êrişê de 9 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku baregeh bi temamî rûxiyaye û tîmên ji bo alîkariyê hatine cihê bûyerê jî bi êrişan re rû bi rû mane. Hat destnîşankirin ku dibe ku hejmara mirî û birîndaran zede bibe.