Di êrişên Îsraîl-DYA'yê de jê 5 zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jê 5 zarok 14 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûn.

 
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.
 
HRANA ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li 22 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 208 êriş pêkanîna ku 4 baregehên leşkerî, navendên hêza besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.
 
Li gorî rapora HRANA di encama êrişên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn, her wiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. HRANA ragihand ku piraniya êrişan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburz hatine kirin.
 
Di heman raporê de HRANA destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 352 kesan lêkolîn tê kirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar 276 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku 205 jê zarok bûn.