Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li Iraqê kir: Li dijî êrişan helwest nişan bidin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li hikûmeta Iraqê kirin ku divê helwest û bertekên cidî raber bikin û ji bo parastina jiyana penaberên siyasî û rêgirtina li dubarebûna van sûcan, pêngavên pratîkî, yasayî û aşkera bihavêjin.

 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, têkildarî êrişên berdewam ên Îranê yên li ser kampên penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Rejîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê, bi mebesta veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî, stratejîk û îdeolojîk ên di dema şerê 39 rojan yê li gel Amerîka û Îsraîlê d, bi berdewamî êrişî navend û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kampên niştecihbûnê yên malbatên kadro û pêşmergeyan yên li Herêma Kurdistanê kiriye. Tevî ku niha agirbest heye jî, ev êriş berdewamin.
 
Di êrişa herî dawî ya roja derbasbûyî 17’yê Nîsana 2026’an bi mûşek û dironeyan hat pêkanîn de, êrişî kampên sivîl û baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) hate kirin. Mixabin di encamê de sê pêşmerge û têkoşerên rêya azadiyê yên vê partiyê bi navên Şahîn Azarberzîn, Neda Mîrî û Semîra Elahyarî şehîd bûn û du pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
 
Komara Îslamî ya Îranê beriya niha jî, ji bilî navend û baregehên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û cihên niştecîbûna malbatên wan, bi berdewamî êrişî Herêma Kurdistanê ki ku mixabin di wan êrişan de jî 11 kes bûn qurbanî û şehîd bûn.
 
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî tund vê sûcê û hemû êrişên terorîstî yên Komara Îslamî yên li ser têkoşerên Rojhilat û şehîdkirina 10 zarokên têkoşerên partiyên endamên Hevpeymaniyê, şermezar dike.”
 
Hevpeymaniyê bi çend xalan bang kir:
 
1-Em bang li hikûmeta Iraqê dikin û radigihînin ku divê helwest û bertekên cidî raber bikin, her wiha ji bo parastina jiyana penaberên siyasî û rêgirtina li dubarebûna van sucan, pêngavên pratîkî, yasayî û eşkere biavêjin. Parastina serweriya axê û jiyana niştecihên Herêmê erkeke destûrî ye, bi taybet ku Komara Îslamî ya Îranê peymana ewlehiyê ya di navbera her du welatan de binpê kiriye.
 
2-Em rexneyên tund li nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bêdengî û bêçalakbûna wan li hemberî van sûcên şer û paşguhkirina erkên wan ên mirovî, destê rejîma Tehranê ji bo destdirêjî û teroreke zêdetir vekiriye. Ji ber wê em daxwaz dikin û pêwîste ku ev êriş wek sûcê şer û terora navdewletî werin naskirin, werin tomarkirin û li hemberî wan helwest were girtin.
 
3-Em bi tundî rexne li siyaseta lihevkirin û bazariya welatan a bi Komara Îslamî re dikin û tekezî li ser wê rastiyê dikin ku vê rejîma dîktator ewlehî û aramiya hemû cîhanê kiriye rehîn. Her dem ji bo kirîna demê û birina pêş a armancên xwe, danûstandin û lihevkirinên bi civaka cîhanî re bi kar aniye. Lewma dema wê hatiye ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bertekeke bilez nîşan bide û civaka navdewletî bi lihevkirina li gel Tehranê re, êdî destê rejîmê ji bo berdewamiya teror û kuştinê vekirî nehêle.
 
4-Em bang li hemû Kurdên li derveyî welat dijîn dikin ku bi plan û bernameyên xurt, bi rêxistinkirina çalakî û meşên aştiyane û bi rengekî berdewam derkevin qadan, bi kombûnên li ber balyozxane û konsolxaneyên rejîmê û navendên biryardanê, dengê nerazîbûna neteweya me bilind bikin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê got: “Em careke din ji bo dost û dijminan piştrast dikin ku ev êriş û canbexşîn û qurbaniyên hêzên me, vîna me nahejîne belku baweriya me ya bi rewatiya xebata ji bo rizgariya Kurdistanê û hilweşandina vê rejîmê û biryardariya me ya li ser berdewamiya têkoşînê xurtir dike.
 
Şehîd namirin û serkeftin ji bo rêya azadiyê.”