Erakçî: Planên parçekirina Îranê bi ser neketin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyyîd Ebbas Eraqçî ku têkildarî şerê DYA-Îranê axivî, got: "Dan dû guherandina rejîmê, bi ser neketin. Hewl dan Îranê parçe bikin, di vê de jî bi ser neketin." 
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seyyîd Ebbas Eraqçî, li payxtext Tehranê têkildarî rojevê axivî. Eraqçî ku der barê şerê di navbera DYA û Îranê de axivî, got: "Di rojên ewil ên şer de Serokê DYA'yê peyameke kurt weşand û got 'teslîmiyeteke bêşert û merc'. Yanî armanca wan ev bû: Îran, bê şert û merc teslîm bibe. Lê Îran teslîm nebû. Gava dîtin ku ev xeyala pûç pêk nayê, dan dû guherandina rejîmê; bi ser neketin. Hewl dan Îranê parçe bikin; di vê de jî bi ser neketin. Li bajaran û li rojavayê welêt hewl dan hin koman çekdar bikin û ew bi xwe jî li xwe mikur hatin ku çek dane van koman; lê ev jî pêk nehat."