Hîzbullaha Iraqê ji bo çekdanînê 3 şert danîn ber hikûmetê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN -Ketaîb Hizbullah a Iraqê ji bo danîna çekên xwe çend mercên giran diyar kirin. Hizbulahê got: "Divê DYA û Tirkiye bi temamî ji xaka Iraqê derbikevin û hêzên Pêşmerge jî werin hilweşandin."
 
Ketaîb Hizbullah a Iraqê ji bo danîna çekên xwe çend mercên giran diyar kirin. Emîndarê Giştî yê Ketaîb Hizbullaha Iraqê Ebû Mucahîd Esaf, der barê mercên wan ên ji bo birêkûpêkkirina dosyeya çekan a li Iraqê û gefên wan ên li ser Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mercê yekem ê Berxwedana Îslamî (Meqaweme) ji bo her nêzîkbûneke li gel hikûmetê ya ji bo dosyaya çekan, vekişîna temamî û rasteqîn a hêzên Amerîkayê ya ji erd û esmanê Iraqê ye. Her wiha divê mîsogerî were dayîn ku ew qet venagerin û biryarên siyasî û aborî yên welat ji bin desthilatdarî û bandora Amerîkayê werin rizgarkirin.
 
Esaf destnîşan kir ku şertê wan ê duyemîn vekişîna hêzên dewleta Tirk a ji Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Di şertê sêyemîn de jî daxwaza hilweşandina hêzên Pêşmerge kir.
 
Esaf rexneyên pir tund li Serokwezîrê Iraqê Zeydî kir û got; “Zeydî guh neda şîretên siyasî û pişta xwe spart aliyên din û Nûnerê Amerîkayê Tom Barack.’’
 
Ebû Mucahîd Esaf bal kişand ser egera bersivdayîna pêngavên hikûmetê û rayedarên Bexdayê tohmetbar kir ku bi ser malan de digirin û tirsê dixin dilê malbatên şehîd, birîndar û endamên komên çekdar. Esaf got: “Bîhnfirehiya me ya li hemberî van kiryarên acizker û bêberpirsiyarî êdî ber bi dawiyê ve diçe.”
 
Esaf di dawiya daxuyaniya xwe de bang li wan kesên ku wekî “birayên mezin û aqilmend” bi nav kir, kir ku destwerdanê bikin da ku pêşî li vê “têkçûna ewlehiyê” ya ku serokwezîr bûye sedem bigirin.