* MED TUHAD-FED û OHD ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan û dawî li taloqkirina înfazan bê, wê li 16 bajaran dakevin qadan. Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku ji bo aştiyê divê girtiyên nexweş bên berdan.
* Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad ku xebatên "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî " bi rê ve bir û tevlî konferansê bû, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan bûye bingeha konferansê û got: "Piştî vê bangê deriyê diyalogê vebû."
* Welatiyan bertek nîşanî projeya santrala rojê ya ku tê plankirin li gundê Cixsê yê Pasûrê bê çêkirin dan û diyar kirin ku ev proje dê debara wan têk bibe û ew ê li dijî vê li ber xwe bidin.
* Ayla Akat Atayê diyar kir ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder bidomînin û got: "Ev mîras e û di heman demê de îrade ye. Em amade ne ku berdêla vê yekê bidin."
* Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku Sirri Sureyya Onder tevî hemû êrişan jî li cem kurdan rawestiyaye û got: "Xeyala wî ya Komara Demokratîk hebû. Ji bo avakirina welatê ku xeyal dikir, em ê hîn bêhtir têbikoşin."
* Dananişîna ewil a doza rojnameger Dîren Yurtsever ku bi îdiaya “nasnameya sîxûr aşkera kiriye” tê darizandin dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (09.45)
* Danişîna 2’yan a Mehmet Demîrhan ku Hîlal Kar qetil kiribû dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)
* Li Wanê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Kolana Hunerê daxuyanî bê dayin. (13.00)