Heyeta DEM Partiyê: Piştî Erdogan divê em hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê beriya hevdîtina bi serokkomar Erdogan re pirsa çapemeniye bersivandin û diyar kirin ku piştî hevdîtinê divê ew di demekê zû de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bikin.
- 16:04
Hunermend Nûarîn hat berdan
Hunermend Nûarîn ku piştî 11 salan hate Tirkiyeyê û duh li Balafirgeha Çûkûrovayê hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî hate berdan.
- 14:52
Ayşegul Dogan: Dê hin destê werin amadekirin lê xebatên wê di rojên pêş de dê diyar bibe
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku wan dîroka 20'ê Îlonê ya kongreya xwe guherandiye, ew ê di 6'ê Îlonê de kongreya xwe bikin. Ayşegul Doganê ji bo pêvajoyê jî got: "Dê hin destê werin amadekirin lê xebatên wê di rojên pêş de dê diyar bibe.
- 14:49
Sonay Mengutay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
Girtiya bi navê Sonay Mengutay piştî 30 salan hate berdan û diyar kir ku 30 sal bila ji gelê me re feda bibe û wiha got: “Wekî tê zanîn pêvajo berdewam dike, em hebû parçeyê pêvajoyê ne. Em amade ne, ji destê me çi were em ê bikin.”
- 12:09
32 welatan ji ber darvekirinê bertek nîşanî Îranê dan
Tevî Yekitiya Ewropayê, Fransa, Ingilîstan, Kanada, Îtalya jî di nav de 32 welatan, ji ber zêdekirina cezayên darvekirinê Îranê şermezar kir û xwestin cezayên darvekirinê werin sekinandin.
- 12:07
Xelkê Stenbolê: Pêvajo dê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi ser bikeve
Stenboliyan bilêv kir ku hêviyên wan ên ji bo aştiyê zindî ne û gotin ku dê pêvajo bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel bi ser bikeve.
- 09:47
Heyeta Îmraliyê dê bi Erdogan re bicive
Endamên heyeta Îmraliyê yên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê îro di seat 16:00'an de bi Serokkomar Tayîp Erdogan re bicivin.
- 09:40
Donimek eraziyê li Hewselê ji bo 3 nifşan bûye çavkaniya debarê
Mamosteyê teqawidbûyî Îdayet Dûyan ku li Baxçeyên Hewselê li nav donimek erdê ji bavê wî ji wî re maye erûkan datîne got: "Min zarokên xwe jî bi dahat ji vî baxçeyê da xwendin. Ev der her tim ji bo me bûye piştgir."
- 09:38
Li Kolombiyayê hejmara miriyan gihîş 265'an
Li Kolombiyayê di erdheja 10'ê Tebaxê de hejmara kesên mirin gihîşt 265'an.
- 09:25
Dosyeya parêzbendiya Ozgur Ozel û 2 parlamenteran pêşkeşî meclisê hat kirin
Dosyaya rakirina parêzbendiya Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel û parlamenterê Yenî Partiyê Velî Agbaba û parlamentera TÎPê Seda Kadigîl ji Serokatiya Meclisê re hat şandin.
- 16:06 12
Tîma Jinan a Amedsporê 4 lîstikvan transfer kir
Tîma Fûtbolê ya Jinan a Amedsporê 4 lîstikvan transfer kir. Amedsporê ji transferên nû re serkeftin xwest.
- 15:39 12
Ji NY'yê der barê qanûna çarçoveyî de daxuyanî: Em piştgiriyê didin
Neteweyên Yekbûyî, têkildarî pêvajoya çareseriyê de daxuyaniyeke piştgiriyê da.
- 14:24 12
Ji fîlozofa Fransî name ji bo Abdullah Ocalan
Fîlozofa Fransî Catherine Malabou nameyek ji Abdullah Ocalan re şand, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û wiha got: “Ev gava dawî serketineke mezin e ku bi saya biryara we ya bi wêrekî hate bidestxistin.
- 14:14 12
Kurtulmuş: Divê her kes li gor hesasiyetên civakê biaxive
Serokê Meclise Numan Kurtulmuş tekildarî qanûna çarçoveyî anî ziman ku divê dev ji jiberkirinên berê yên zimanê dijminatiyê were berdan û li şûna wê zimanê aştî û xwişk-biratiyê têkeve meriyetê.
- 13:06 12
Hunermend Nûarîn a piştî 11 salan hat Tirkiyeyê hat binçavkirin
Hunermend Nûarîn ku li Ewropayê dima û piştî 11 salan hat Tirkiyeyê, li Balafirgeha Çûkûrovayê hat binçavkirin.
- 11:27 12
MYK a DEM Partiyê bi rojeva qanûna çarçoveyî civiya
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî ya ji meclisê hatiye derbaskirin, bi Serokiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, civiya.
- 11:05 12
Xelkê Wanê: Qanûn girîng e, lê em azadiya Rêberê xwe dixwazin!
Waniyan anî ziman ku Qanûna Çerçeve hêviya ji bo aştiyê zêde kiriye û bal kişandin ser statiya qanûnî ya Abdullah Ocalan û gotin: "Heya azadiya fizîkî ya Rêberê me pêk neyê, em ê baweriya xwe bi tiştekî neynin."
- 10:08 12
Solîstê Koma Kamkarsê Hedayatî: Destpêkirina pêvajoyê cihê kêfxweşiyê ye
Ji solîstên Koma Kamkarsê Shahrokh Hedayatî, têkildarî pêvajoyê got: "Li tu devera cîhanê qedexe çareseriyê naynin. Li vir destpêkirina pêvajoyekê pir girîng e û cihê kêfxweşiyê ye."
- 10:01 12
Ji ber şibandina nav tê darizandin: 2 caran beraet kir, lê...
Çetîn Bayramê ku ji ber heman navî bi îdiayên "heqareta li mezinên dewletê" û "bandora li hilbijartinên Stenbolê" doz lê hat vekirin, tevî ku du caran beraet girtiye jî, hê jî tê darizandin.
- 09:29 12
- 09:16 12
- 09:00 12
Îranê bi mûşekan êrişî baregeha Komeleyê kir
Danê nîvro rejîma Îranê careke din bi mûşekan êrişî baregeha Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Geliyê Alaneyê kir.
- 15:41 11
Serokê Giştî yê EMEP'ê Aslan: 'Erêkirina' Qanûna Çarçoveyê nayê wateya 'erêkirina' pergala qesrê
Serokê EMEP'ê yê Giştî Seyît Aslan têkildarî "Qanûna Çarçove"yê ya ji Meclisê derbas bûye, li avahiyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a li Amedê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Em li Tirkiyeyê aştiyê û li herêmê aştiyê dixwazin. Ev dengê me yê ‘erê’ jî ne dengek e ku ji desthilatdariyê re yan jî ji qesrê re hatiye dayîn, ev ‘erê’ ji bo ku bibe zemîn û rêyekê ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê Kurd re veke hat dayîn.”
- 14:41 11