Li Licê û Hezroyê coşa Newrozê
Li navçeya Licê û Hezroyê yên Amedê Newroz bi coşî hate pîrozkirin.
- 17:21
Di Newroza Misircê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan di Newroza Misircê de axivî û got: “Em hêvî dikin ku Newroza 2026'an bibe Newroza azadiya gelê Kurd.”
- 16:57
Li 3 bajaran daxwaza tehliyeya girtiyên nexweş kirin
Di çalakiyên li bajarên İzmir, Stenbol û Enqereyê hatin lidarxistin de daxwaza tehliyeya İbrahim Tekîn, Kîfayet Kimma û Aydin Altindag hate hate kirin.
- 16:43
Li Nisêbînê ciwan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' ve meşiyan
Piştî pîrozbahiya Newroza Nisêbînê ciwan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ve meşiyan.
- 16:20
Kampa PDK-Î careke din hedef hat girtin
Kampa PDK-Î li Hewlêrê careke din ji aliyê Pasvanên Şoreşa Îranê ve hat hedefgirtin.
- 15:30
YRA: Di 2025’an de 9 rojnamevan hatin kuştin
YRA’yê ragihand ku li Sûriyeyê di sala 2025’an de herî kêm 9 rojnamevan hatine kuştin û 15 rojnamevan birîndar bûn û nêzî 11 rojnamevan hatine binçavkirin.
- 15:25
Li Meletiyê Newroz: Em ê aştiyê û civaka demokratîk ava bikin
Di pîrozbahiya Newrozö ya li Meletiyê de, wiha hat gotin: "Em ê di Newrozê de jî fikra civakeke demokratîk û aştiyê ava bikin."
- 15:14
Rojnamevan Osman Kiliç hat definkirin: Berxwedan Jiyan e
Rojnamevan Osman Kiliç ku li Holandayê jiyana xwe ji dest da, bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat veşartin. Birayê wî, Sebelan Kiliç, di merasîma cenaze de axivî û got ku gotinên dawî yên Osman Kiliç "Berxwedan jiyan e" bûne.
- 15:05
Li Nisêbînê bi hezaran kes daketin qada Newrozê: Divê mîmarê aştiyê azad be
Gultan Kişanak di pîrozbahiya coşdar a Cejna Newrozê ya li Nisêbînê de ku bi hezaran kes beşdar bûn, got: "Eger têkoşînên ku li çaraliyê cîhanê tên meşandin bi aştiyê bi dawî bibin, wê demê mîmarê wê aştiyê, rêberê wê aştiyê, divê azad be."
- 14:39
Li Îlamê ji malbateke Kurd 6 kes hatin qetilkirin
Cîgirê Waliyê Îlamê Tacedîn Salihyan destnîşan kir ku di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li bajarê Eywan yê li ser parêzgeha Îlamê de ji malbateke Kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.
- 14:18
Xizmên windayan ji bo windayan edalet xwestin
ÎHD û malbatên windayan di çalakiya xwe yê vê hefteyê de li aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglû ê di 12'ê Adara 1994'an de li Sêweregê hat revandin pirsin û qurbaniyên Helebceyê bibîranîn.
- 14:13
Li bajarê Abullah Ocalan agirê Newrozê hat vêxistin
Li bajarê jidayikbûnê yê Abdullah Ocalan li Xeleftiyê, agirê Newrozê hat vêxistin.
- 13:39
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn
Dayikên Şemiyê, li aqûbeta Yusuf Erîştî yê ku 35 sal berê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.
- 13:22
Newroza Kopê: Dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e
Li navçeya Kopê agirê newrozê ji bo azadî û civakeke demokratîk hat pêxistin. Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Bozê got: "Tenê gotin têr nakin; divê gavên hiqûqî werin avêtin û em ê têkoşîna xwe ji bo vê bidomînin. Dema azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd e."
- 13:19
Di Newroza Nisêbînê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin
Di Newroza Nisêbînê de ku bi hezarab kes beşdar bûn, li gelek cihan wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
- 13:01
Kedkarê çandê hat definkirin
Kedkarê çandê Evdirehman Zal, li gundê Xerabê Kurê yê navçeya Şemrexê hat definkirin.
- 12:25
- 12:05
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî bang li civaka navneteweyî kir
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê bang li civaka navnetewyî kir ku li dijî êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê xwedî helwest be.
- 11:01
Cenazeyê Kiliç, li Amedê hat pêşwazîkirin
Cenazeyê rojnamevan Osman Kiliç ku li Holandayê jiyana xwe ji dest da, li balafirgehê ji aliyê malbatê û hevalên wî yên rojnamevan ve hat pêşwazîkirin.
- 10:40
Ji bo Evdirrehman Zal merasîm hat lidarxistin: Oxir be
Di merasîma ji bo kedkarê çandê Evdirehman Zal de ku jiyana xwe ji dest da, kurê wî Mazlûm Gecîken got: "Oxir be bavo."
- 10:30
Çapemeniya Îranê: Li Girava Harkê zirar negihîştiye binesaziya petrolê
Çapemeniya Îranê, diyar kir ku di êrişa DYA'yê ya li ser Girava HArkê de binesaziya petrolê zirar nedîtiye.
- 10:13
Temel: Ocalan dibêje, hela siyasî û hiqûqî ya pêvajoyê bivênevêya vê pêvajoyê ne
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayip Temel, der barê qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û diyar kir ku berfirehkirina qada siyaseta demokratîk û bicîhanîna rêziknameyên qanûnî ji bo çareseriyeke mayînde pêwîst in.
- 10:01
Ji Tehranê heya Rojhilatê rastiya şer: Yekane tirsa me neçûna rejîmê ye
Tirsa herî mezin a welatiyên li Rojhilat û Tehranê dijîn ew e ku rejîm di desthilatdariyê de bimîne. Welatiyên ku peyamên xwe ji MA re ragihandin gotin: "Heke ew neçin, ew ê ji berê hîn dîktatortir û tundtir bin."
- 09:32
Li Licê û Zanîngeha Dîcleyê Newroz hat pîrozkirin
Li navçeya Licê ya Amedê û Zanîngeha Dîcleyê Newroz hat pîrozkirin.
- 09:15